Nûçeyên Iraqê

Mûşekeke hawinê ya DAIŞ wênegirekî Iraqî li Felûce dikuje

Wênegirekî ku ji aliyê hêzên taybet ên Wezareta Hundir ve hatibû wezîfedarkirin roja Çarşemê (15ê Hezîranê) hat kuştin bi rêya mûşekeke hawinê di dema şerê ligel "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de li bajarê Felûce, efserên polîsan gotin.

Ev bûyer li taxa el-Şuheda li başûrê bajêr çêbû, ku hêzên Iraqî vê dawiyê ew tax ji destê DAIŞ derxistibûn, AFP ragihand.

"Wênegir Fadil el-Gerawî hat kuştin dema ku mûşekeke hawinê nêzîkî grûpeke rojnamevanan û endamên hêzên ewlekariyê li Felûce ket," efserekî bilind ji polîsên federal got.

Sê endamên çekdar ên hêzên ewlekariyê jî di heman bûyerê de hatin kuştin, efser got.

Wênegirê 45 salî herwiha rola wî di alavên medyayî yên Iraqî de hebû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500