Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî di şerê Enbarê de pêş dikevin

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) destpê kiriye ku "biherife û her tiştî jidest bide", ji ber ku hêzên Iraqî dorpêça li ser endamên wê li çend deveran li parêzgeha Enbarê xurtir kirine, Wezîrê Berevaniyê Xalid el-Obeydî roja Pêncşemê (2ê Hezîranê) ragihand.

"Hêzên ewlekariyê zererên giran gihandine grûpa terorهst, 200 endamên DAIŞ li Kubeysa û Hîtê di çend rojên borî de kuştin û karînên mirovahî yên girûpê bêhêz kirine," el-Obeydî di daxuyaniyekê de got.

"DAIŞ hewl dide guvaşê li sektorên me bike di çend çeperan de, ev jî nîşaneke berçav e ku ew henaseyên xwe yên dawî distîne piştî ku ji aliyê hêzên me yên şervan li Felûce hatiye dorpêçkirin," wî got.

"Artêşê cihên asêkirî standin û amadekariyên pêwîst dike ji bo bersivdana her êrîşeke teroristan li ser sektorên me yên operasiyonan," wî got jî.

Roja Pêncşemê, hêzên Iraqî gundên Elbû Yûsif, Elbû Eyfan û çend gund û nahiyeyên biçûk li başûrê Felûce rizgar kirin, fermandarê operasiyonên Felûce Ferîq Ebdulwehab el-Saedî got.

"Hêzên me herwiha taxa el-Şuheda û komelgeha niştecîbûnê li el-Seqlawiya, bakurê Felûce rizgar kirin," wî got jî.

Bi dehên çekdarên DAIŞ rojane di şer de tên kuştin, wî got, û pesnê piştgiriya ku ji artêşa Iraqî re tê kirin ji aliyê hevpeymaniya nadewletî ve kir.

"Dîroka bidestxistina serkeftinê ne girîng e," wî got, "Xema me ya sereke parastina sivîlên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine dorpêçkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500