Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî bendavek derveyî Felûce kontrol kirin

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (14ê Hezîranê) saziyekê avî yê stratejîk li ser Çemê Firatê li başûrê rojhilatê Felûce rizgar kirin, ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berî 2 salan dest danîbû ser, Wezareta Berevaniya Iraqê got.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş bendavek li ser Çemê Firatê ji DAIŞ vegerandin," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Mewtinî re got.

Hêzan herwiha deverên derdorê kontrol kirin, zererên mezin gihandin DAIŞ û ew neçar kirin ku ji deverên vekşin, wî got, bal kişand ser wê yekê ku ti zerer negihane bendavê di dema operasyonê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500