Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî gihiştin beravên Firatê li Rewayê

Artêşa Iraqî gihişte beravên çemê Firatê li Rewayê roja Çarşemê (15ê Mijdarê), Fermandariya Operasyonên Enbarê got.

Berbanga Çarşemê, yekîneyên artêşê gihiştin beravên çemê Firatê û tevahiya devera ku kontrol kirine pak kirin, dora 1.5 ton ji mînan û teqemeniyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) çandibûn rakirin, berdevkê fermandariyê, eqîd Muhemed Dulêmî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Hêzên Iraqî aniha haziriya derbaskirina Firatê bo nava Rewayê dikin bi rêya pireke serav piştî ku DAIŞê pira yekane ya li ser çem teqand," wî got.

Wî got ku, hevdem, êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî li cihekî DAIŞê li nava Rewa dan, şeş milîtan kuştin,"di nav de serterorîstek bi navê Xelef Eswed".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500