Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî DAIŞ ji Girava Hedîsa radikin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî amadekariya destpêkirina êrîşan li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dikin. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hêzên Iraqî amadekariya destpêkirina êrîşan li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dikin. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî]

Hêzên Iraqî hefteya borî di derxistina endamên molgehên mayî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji Girava Hedîsa li rojavayê parêzgeha Enbarê biserketin, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Artêşê, bi piştgiriya çekdarên êlî, di 21ê Îlonê de girûp ji giravê derxis, tenê piştî rojekê ji şer, berpirsên serbazî gotin.

Ev şer beşek ji operasyoneke Iraqî ya mezin bû ji bo paqijkirina deverên biyabanî bi dirêjahiya berava bakurê rojhilatê Çemê Firatê, ku ew weke giravên Enbar tê naskirin, ji hemû endamên mayî yên DAIŞ ku ew ji bajaran reviiyan wî cihî.

Serkeftina bilez

Di berbanga 20ê Îlonê de, Fermandarê Cezîra û Badiya lîwa Qasim Mihemedî ji Diyaruna re got ku hêzên hevbeş ji fermandariyê, Firqeya 7ê ya artêşa Iraqî û çekdarên êlan dest bi operasyoneke mezin kirin ji bo rizgarkirina deverên giravên Hedîsa, Hît û Remadî li bakurê rojhilatê Çemê Firatê.

"Me karî di heyama rojekê ji destpêka operasyonê de hemû girava Hedîsa ewle bikin, ku li nahiya Hedîsa dikeve û weke girava Bexdadî tê naskirin," wî got.

hêzên hevbeş "endamên mayî yên DAIŞ li giravê jinav birin û çekên wan wêran kirin", Mihemedî got.

"Me bêtirî 50 terorîstan kuştin û 200 ji otombîlên wan ên bombekirî wêran kirin, û herwiha 300 bombeyên bidestçêkirî, 20 avêjerên rokêtan, û gelek alavên ku di teqînan de tên bikaranîn teqandin," wî got.

Aniha dever ewle ye û ji endamên DAIŞ paqij e, wî got, anî ziman ku serkeftina Iraqî ya bilez nîşan dide ku DAIŞ nikare xwe li ber êrîşa hêzên Iraqî bigre.

"Me waneyeke ku nayê jibîrkirin da dijmin, û ew êdî nikarin tu metirsiyê li ser bajarên Hedîsa û Bexdadî û deverên din bi dirêjahiya berava rojavayê Çemê Firatê, weke devera Elbû Heyat çêbikin," Mihemedî got.

Hêzên Iraqî bi awayekî serkeftî qonaxa yekem ji operasyona serbazî temam kirin, wî got jî, û dê li ser pêşketina ji bo paqijkirina giravên Hît û Remadî ji endamên DAIŞ û peydakirina ewlekariyê li hemû bajarên rizgarbûyî li Enbarê berdewam bin.

Misogeriya ewlehiyê li Enbar

Armanca kampanyaya nû ya Enbarê "nêçîrkirina endamên DAIŞ ên ku ji biyabanê reviyane û rêgirtin li ber dubare rêxistinbûyînê û êrîşkirina bajarên rizgarbûyî yanjî çêkirina metirsiyê li ser wan bi rêya rokêtan", qayimeqamê Hedîsa Mebrûk Hemîd ji Diyaruna re got.

Kampanya li girava Hedîsa destpê kir, wî got, ku hêzên serbazî û zilamên êlan karîn di roja yekem de kontrolê vegerînin.

Hebûna DAIŞ hat bidawîkirin û alavên girûpê hatin wêrankirin, Hemîd got, anî ziman ku dever ji bakur û rojhilatê Hedîsa û Bexdadî heta bi başûrê rojavayê parêzgeha Selahedîn aniha ewle ye.

"Hêzan herwiha karîn gundên di nav giravê de rizgar bikin -- Kuseyriyat, Umeyriya û Xalidiya -- û ala Iraqî li ser pira Şehîd Wehîd bilind kirin, ku yek ji xetên sereke yên DAIŞ bû, û kontrola xwe li ser zeviyên çandiniyê yên li ber Çemê Firatê berfirehtir kirin," wî got.

"Devera giravê çavkaniyeke sereke ya metirsiyê bû ji ber ku cihekî ewle bû ji terorîstan re, û rê dida wan ku xwe veşêrin," serokê encumena şaredariya nahiya Hedîsa Xalid Selman ji Diyaruna re got.

"Hêzên serbazî bi bilez şer di berjewendiya xwe de yekalî kirin û dever ji terorîstan paqij kirin, û aniha deverên me ewle ne," wî got.

"DAIŞ li Enbarê binketî ye û bi temamî hatiye şikandin û karîna wê ya şerkirinê tune ye," Selman got jî. "Bi Tenê meseleya demê ye berî ku zilamê dawî yê DAIŞ li parêzgeha me were jinavbirin, û di demeke nêz de dê cihê terorîzmê li welatê me nebe."

Hikûmeta xwecihî girîngiyê dide nûkirina deverên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine wêrankirin, wî got, "û em hewl didin ku jiyana normal vegerînin bajarên xwe û wan ji paşmahiyên şer paqij bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500