Polîsên Iraqî endamekî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku destê wî di veguhestina xwekujan bo Bexdayê de hebû girt, Fermadariya Operasyonên Bexdayê roja Sêşemê (14ê Hezîranê) got.
"Di operasyoneke ewlekarî de ku bi hişyarî hatibû plankirin, hêzek ji lîwaya 8ê ya Polîsên Federal, Fewca 3ê, terorîstekî daxwazkirî ku weke ‘veguhêzbarê‘ xwekujan bo Bexdayê xizmet dikir girt," fermandariyê di daxuyaniyekê de got.
"Girtin di kemînekê de nêzîkê pira daleqandî ya el-Kazimiya pêk hat," daxuyaniyê got.