Nûçeyên Iraqê

Êrîşa xwekujî ya DAIŞ li başûrê Bexdayê 8 kesan dikuje

Êrîşeke xwekujî li bajêrê waheya li başûrê Bexdayê roja Duşemê (14ê Mijdarê) heşt kesan dikuje, AFP ragihand, "Dewleta Isalmî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ew êrîş li xwe girt.

Êrîşa li Ên Temir, ku herî kêm şeş kes jî tê de birîndarbûn, bi çend xwekujan pêk hat, dibe ku hin ji wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibin kuştin beriya bikaribin xwe biteqînin, berpirsan got.

Mesû Temîmî, endamekî encumena parêzgeha Kerbela ye, got ku şeş xwekujên bi hilgirtina çekên sivik û teqemeniyan roja Duşem dixwestin bidizî derbasî Ên Temir bibin.

Lê belê wan şer ligel hêzên ewlehiyê kir beriya ber bi devera Cîhad vekişin û xwe li wir biteqînin, Temîmî got, û hejmara kuştiyan bigihînin heşt kesan, hejmarek ku ji aliyê diktoran ve hatiye piştrastkirin.

Wezareta Hundir got ku pênc ji xwekujan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin lê yê şeşem teqemenî di nav malekê de teqandin.

Lê DAIŞ daxuyaniyek belav kir û tê de êrîşê dike sitûyê xwe lê dibêjê ku bi tenê pênc xwekuj hebûn, bi navê wan ên kod hatin binavkirin, ew yek jî nîşan da ku du ji wan ji Mûsilê ne û sê ji Sûriyê ne.

DAIŞ got ku xwekuj, ku bi çekên otomatîkî û narincokan û kemerên teqîner pirçek bûn, şerê hêzên ewlehiyê dikirin heta dema ku cebilxaneya wan nema û li piştre xwe teqandin.

Êrîş li başûrê Iraqê kêm in, bi taybetî bi berhevkirin ligel teqînên gelek ên li Bexdayê çêdibin. Lê belê. Ên Temir li qeraxa parêzgeha Enbarê ye, ku heyameke dirêj e sitargeha tundrewan e.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500