Hêzên Iraqî 2 lîderên bilind ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girtin û cihên nihênî yên ji bo rahênana xwekujan hatibûn bikaranîn dîtin, serokê polîsê federal lîwa Raid Şakir Cewdet roja Sêşemê (21'ê Tîrmehê) got.
"Lîwayê 8'ê, bi piştgiriya Yekîneya Îstixbaratê ya Ajansa Dijetîrorê, du lîderên wîlaya başûr di malekê de li el-Zidan, 24 kelometran dûrî başûrê rojavayê Bexdayê, girt" wî di konfiranseke rojnamevanî de got.
Di dema operasyonê de, hêzên Iraqî "çend cihên nihênî yên rahênankirina xwekujan" û hejmareke mezin ji tiştên çêkirina teqemeniyan dîtin, Cewdet got.