Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî yekem taxa Felûce vedigerînin

Hêzên Iraqî taxa el-Şuheda 1, a ku mezintirîn tax li başûrê bajar e, ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Wezareta Berevaniyê roja Duşemê (13ê Hezîranê) ragihand.

"Ajansa Antî-Terorê û hêzên artêşê bi temamî taxa el-Şuheda 1, mezintirîn tax li Felûce, vegerandin," berdevkê wezaretê Emîd Sead Mean ji Mewtinî re got.

"Hêzên hevbeş dest bi paqijkirina taxê ji mînan kirin berî ku biçin taxa di ber de," wî got, anî ziman jî ku wan zererên mezin gihandin DAIŞ ku 42 endamên xwe di dema êrîşê de jidest dan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500