Nûçeyên Iraqê

Operasyonên paqijkirina Felûce didomin

Hêzên artêşê deverên nû li bakurê Felûce girtin, û tenê taxa el-Colan di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de maye, fermandarê operasyonên Felûce Ferîq Ebdulwehab el-Saadî roja Înê (24ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî taxên el-Şurta, el-Muelimîn û el-Cuxeyfî 1 li bakurê Felûce vegerandin," wî ji El-Şurfa re got. "Wan herwiha rêyên sereke li van deveran paqij kirin û niha xwe amade dikin ji bo biçin taxa el-Colan."

"El-Colan dawî taxa Felûce ye ku di bin kontrola DAIŞ de maye," wî got.

Tîmên teknîkî ligel artêşê kar dikin ji bo paqijkirina bajêr ji mayînan, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500