Nûçeyên Iraqê

DAIŞ sivîlên ku ji Felûce direvin gulebaran dike: grûpeke alîkariyê

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) sivîlên ku hewl didin ji Felûce birevin gulebaran dike û dikuje, Encumena Penaberan a Norwêcî (NRC) roja Yekşemê (5ê Hezîranê) got.

"Raportên ji malbatên ku NRC ligel wan di pêwendiyê de ye gotin ku sivîl hewl didin çemê Firatê derbas bikin daku ji şer birevin lê ji aliyê grûpên opozîsyonê yên çekdar ve tên armancgirtin," grûpê di daxuyaniyekê de got.

NRC kampên li bajarokê Amiriyat el-Felûce birêve dibe ku di wan de sivîlên ku ji deverên bin destê DAIŞ reviyane hatine bicihkirin.

"Hejmareke nediyar a sivîlên ku hewl didan çem derbas bikin hatiye gulebarankirin û kuştin," NRC got.

Yek ji take rêyên sivîlan ji bo derketin ji navenda Felûce, ku têde davên bombekirî û bombeyên çandî li ser rê hene, derbaskirina çem e.

"Tirsên me yên herî zêde bi xemgînî hatin piştrastkirin ku sivîl bi awayekî rasterast tên armancgirtin dema ku ew hewl didin birevin cihekî ewle," rêveberê NRC li Iraqê Nasir Muflehî got.

"Ev xirabtirîn tişt e ku em ditirsiyan bi serê zilam, jin û zarokên bêsûc were ku divê hemû tişî li pey xwe bihêlin daku canên xwe biparêzin," wî got.

Piraniya 2,511 malbatên ku berî niha gihane kampan li deverên derdorê dijîn û zêdetirî 50,000 sivîlên din ku tê texmînkirin li navenda Felûce mane, ji aliyê DAIŞ ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn.

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî çadir dane 2,495 malbatên ku ji malên xwe yên li Felûce û el-Seqlawiya aware bûne, li kampên li Amiriyat el-Felûce, hevdem 16 malbatên din li bajarê geştiyarî hatine bicihkirin, wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Xwarin û alîkariyên bijîşkî, herwiha pêdiviyên din ji awareyan re hatin peydakirin, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500