Zeviyên petrolê yên Ecîl û Ellas li rojhilatê Tikrîtê hatin ewlekirin li hemberî bingeh û şaneyên teroristiyane yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Polîsên Federal ên Iraqê roja Înê (3ê Hezîranê) gotin.
"Polîsên Federal û Ajansa Dijî Terorizmê roja Pêncşemê rûbereke ji 40 kîlometran derdora zeviyên petrolê yên Ecîl û Elas ewle kirin piştî wêrankirina komgeh û cihên dijmin û kuştina bêtirî 70 teroristan di şeş rojên dawî de," Fermandarê Polîsên Federal Lîwa Rayid Şakir Cewdet ji Mewtinî re got.
"DAIŞ bi berdewamî êrîşî herdu zeviyên petrolê dikir û ew bi rokêtan dikir armanc daku jêrxaneya wan wêran bike û berhem û şandina petrolê rawestîne," wî got. "DAIŞ herwiha jiyana karker û endazyaran dixist metirsiyê."
Hêzên Iraqî xal û bircên kontrolê derdora herdu zeviyan danîne daku wan ewle bike, wî got, bal kişand jî ku çekdarên biyanî hene di nav wan kesên ku di operasyonê de hatine kuştin.