Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî êrîşek bo vegerandina devera nêzî Hewîca pêk anîn

Xalid Taî

Hêzên ewlekariya Iraqî, bi piştgiriya çekdarên xwecihî, êrîşek li ser Hewîca, asêgeha "Dewleta Islamî" a dawî, pêk anîn. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekariya Iraqî, bi piştgiriya çekdarên xwecihî, êrîşek li ser Hewîca, asêgeha "Dewleta Islamî" a dawî, pêk anîn. [Wêne ji Şêx Wesfî Asî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya çekdarên xwecihî, roja Duşemê (2ê Cotmehê) êrîşeke berfireh ji bo rizgarkirina navçeya Reşîd li başûrê-rojhilatê Hewîca ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dest pê kirin.

Êrîş beşeke ji qonaxa duyemîn a şerê vegarandina asêgeha DAIŞ a li Hewîca li rojavayê parêzgeha Kerkûkê.

Qonaxa duyemîn roja Înê dest pê kir û ji niha ve bûye sedema rizgarkirina bi dehên gundan, yên herên girîng Elbû Kenan, Tuweyla, Selman, Ewrac, Elbû Sêf, Dawûdiyê, Qasimiyê, Mutesim, Casimiyê, Um Tîlal, Ên Sultan, Rafî û Hamîda.

Hêzên Iraqî balefirgeha Fetha (Malih) û kompanya Ecîl a derxistina petrolê vegerandin.

Hêzên hevbeş pêşketinên bilez li meydana şer pêk anîne, fermandarê hêzên êlî yên Hewîca Şêx Wesfî Asî ji Diyaruna re got.

Ew "rastî tu berxwedaneke cidî nabin ku pêşketina wan hêdî bike", wî got.

DAIŞ hewil dide ku pêşketina hêzên Iraqî hêdî bike bi rêya bikaranîna "yekîneyên astengiyê", avêtina hawinan û çandina bombeyên bidestçêkirî, wî got, anî ziman jî ku bandora van karan li ser hêza "hêzên me tune ye".

Endamên DAIŞ roja Înê agir berdan du bîrên petrolê li başûrê Hewîca weke hewleke ji bo astengkirina pêşketina hêzên Iraqî û rênedana êrîşên hevpeymaniyê.

Hêzên Iraqî karîn ku kontrola herdu bîran bikin, "lê agir her gur e", Asî got.

Endamên DAIŞ ji meydanên şer direvin

"Sedên kîlometrên ducar ji DAIŞ hatine rizgarkirin," wî got, bal jî kişand ku "şer bi piranî asan bûn, heta li dervên ku me pêşbîniya şerê xurt li wan dikir jî".

Endamên DAIŞ ji meydana şer direvin, Asî got, anî ziman jî ku "gelek ji wan xwe readestî hêzên Kurdî yên li rojhilatê Hewîca bicihkirî kirin.

Aniha hêzên Iraqî navenda Hewîca û navçeya Riyad ji hemû aliyan ve dorpêç kirine, wî got.

Nîştcih bixêrhatina hêzên rizgarkirinê bi dilxweşiyeke mezin kirin, wî got, ji ber ku jiyaneke biêş di sê salên borî de li jêr hukmê DAIŞ derbas kirine.

"Îro ew dîsan henaseya bayê azadiyê dikşînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500