Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşên asmanî tevlîheviyê di çavkaniyên darayî yên DAIŞê de çêdikin

Hesen el-Obeydî li Bexdayê

Polîsên Iraqî çavdêriya xeta pêşîn a şer nêzîkî bajarokê Fetha dikin di dema operasyonekê de ji bo parastina zeviyên petrolê yên Ecîl û Allas. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Polîsên Iraqî çavdêriya xeta pêşîn a şer nêzîkî bajarokê Fetha dikin di dema operasyonekê de ji bo parastina zeviyên petrolê yên Ecîl û Allas. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Ji ber ku êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê derbeyeke mezin li çavkaniyên dahatê yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dane, grûpê berê xwe daye tedbîrên bêhêvî, ku di dawiyê de negiştgir in jî, daku di jiyanê de bimîne, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Ev yek firotina şelîtên misî yên ku wan ji jêrxaneya komunîkasyonê jêdike û herwiha standina pereyên parastinê bi zorê li ser dikandaran lixwe digre, wan gotin.

Ji Kanûnê ve, êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê çavkaniyên darayî yên DAIŞê dikin armanc, ku ji zeviyên petrolê li Iraq û Sûriyê ku ji wan petrolê bi awayekî neyasayî derdixe û difroşe û herwiha torên qaçaxiyê ku bi rêya wan asewarên dizî difroşe pêk tên.

Ji ber ku operasyonên wê yên herî bisûd ji bo qazanckirina pereyan tên jinavbirin, DAIŞ hatiye neçarkirin ku rêyên din bibîne ji bo fînansekirina çalakiyên xwe yên terorî û dayîna mûçeyên çekdarên xwe.

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê roleke girîng lîstiye di rawestandina bêtirî 90% ji qaçaxiya DAIŞê ji petrolê re û firotina wê ji çeteyên ser sînoran, berdevkê Wezareta Berevaniya Iraqî Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

DAIŞ fêr bibû ku petrolê derxe û bişîne ji zeviya el-Werd li Sûriyê û zeviyên Iraqî yên Qeyara û Necma li Nînewa û Ecîl li Selahedîn daku di bazara reş de bifroşe, wî got, ku mehane bi bihayê $20 milyonan difrot.

Ecîl ji grûpê hat rizgarkirin û zeviyên petrolê yên din nema wan bikar tîne, wî got jî, ji ber ku balafirên şer ên hevpeymaniyê tankeran dike armanc dema ku derdikevin, DAIŞ neçar dike ku her çalakiyeke qaçaxiyê rawestîne.

Dizîna petrolê û qaçaxiya wê ji bo torên ku hevkariyê bi DAIŞê re dikin ew jî hatiye rawestandin li zeviyên din li Iraq û Sûriyê, Resûl got.

Nêzîkî 500 tankerên petrolê ku grûpê bikartanîn ji aliyê êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî ve hatin wêrankirin, wî got, piraniya rêyên ku grûpê bikar tanîn ji bo veguhestinê hatine teqandin, ev yek nahêle ew sûdê ji petrolê bibîne.

Lêgerîna bêhêvî li pereyan

Ji ber ku çavkaniyên wê yên darayî yên sereke di daketineke xurt de ne, DAIŞ hatiye neçarkirin ku rêyên din bibîne daku pereyên xwe zêde bike, Resûl got.

Ev yek bi rêya hilanîna pereyên parastinê ku li ser cotkar, bazirganên biçûk û xwediyên dikanên ku şînkatî û pêdiviyên nav malan difroşin ferz dike, û heta li ser xwediyên erebokan li kolanan, wî got, herwiha li ser dermanxane, klînîk û bijîşkan.

Grûp bi zorê zekatê ji xelkê deverên di bin destê wê de distîne, wî got, ku soz dide ku li ser hejaran belav bike lê ti carî bi rastî vê yekê nake.

Ew herwiha malûmilkên welatiyên ku wan weke "kafir" binav dike desteser dike û difroşe, di nav wan de endamên hêzên ewlekariyê, partiyên siyasî û dezgehên hikûmî, ligel Kiristiyan, Êzîdî û endamên pêkhateyên din.

Grûp herwiha tevlî "diziya xuya, rasterast û danûstandinê li ser fidyeyê ji bo berdana xelkê ku direvîne, piraniya caran qasekî mezin bi $50,000 ji bo her qurbaniyekî sax û $1,000 ji bo her laşekî ku radestî kesûkaran tê kirin daku bi awayekî guncaw were binaxkirin li şûna ku li ser cadeyê were avêtin", Resûl got.

"DAIŞ berê xwe dide van rêyên qirêj û ev yek belgeyeke diyar e li ser rewşa wê ya navxwe ya xirab," wî got, anî ziman jî ku gûrp "weke grûpeke dizan kar dike û şaşiya 'xalîfeyê' xwe kifş dike."

"Diziya ku ji aliyê DAIŞê ve li gelek deverên Iraqî hatiye kirin ji diziya pêdawîstiyên elektirîkê weke birc, stûn û şelîtan ji bo derxistina mis û risasê ji wan daku bifroşe, weke nîşanekê li ser rewşa xirab ku gihayê," Wezîrê Elektirîkê yê Iraqî Qasim el-Fehdawî ji Diyaruna re got.

Darayiya DAIŞ di daketineke berdewam de ne

Rewşa darayî ya DAIŞê bi lezeke ku nayê bawerkirin rûxaye, Fermandarê Operasyonên Nînewa Lîwa Necim el-Cibûrî ji Diyaruna re got.

Hinek endamên grûpê niha mûçeyên mehane yên kêmtirî $500 distînin, wî got, di demekê de ku par wan bêtirî $1,500 werdigirt.

Kargehên ku grûpê di wan de teqemenî û otombîlên bombekirî çêdikirin hejmara wan kêm bûye ji ber êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê û nekarîna grûpê ku wan biparêze, el-Cibûrî got.

Herwiha, wî got, propagendeya DAIŞê ku fêr bibû her çend rojan dîmenên parvekirina xwarinê li ser hejaran belav bike nemaye ji dema ku samanên wê kêm bûne, tevî ku ev yek beşeke girîng bû ji hewlên wê yên çekdarkirinê.

Çavkaniyên darayî yên DAIŞê zuha dibin, û di çend mehên kêm de Mûsil û bajarokên Iraqî yên mayî di bin kontrola wê de dê bên rizgarkirin, şîrovekarê ewlekarî Fûad Elî, pisporê di warê grûpên tundrê de got.

Êdî xerciyên parastinê û diziya pereyên xelkê namînin, û çavkaniyên darayî yên din êdî nema berdest dimînin, wî ji Diyaruna re got.

"Ew hewl didin ku hêza xwe bi her awayî vegerînin, pereyan dide û di heman demê de jêrxaneya xwe jidest didin," wî got, anî ziman jî ku hewlên hevpeymaniyê ji bo rawestandina grûpê êdî digihin armancên xwe.

Divê Bexda jî kampanyayên hişyarkirinê yên giştî lidar bixe ji bo xelkê li deverên di bin kontrola DAIŞê de, wî got jî, ji bo hişyarkirina wan li hember dayîna her pereyan ji grûpê re yan jî kirîna ti tiştî jê, ligel terxankirina pereyan weke diyarî "ji her kesekî re ku agahiyan derbarê çavkaniyên darayî yên veşartî bide".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Gotara te rast e; ev hemû rast e.

BERSIV BIDE