Nûçeyên Iraqê
Aborî

Dûrxistina DAIŞê ji sîstema darayî ya cîhanî

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîre

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" petrol û dexlûdanan bi qaçaxî difroşe bi rêya bikaranîna kamyonên weke van, ku li derveyî bajarê Reqa yê Sûriyê tên dîtin. [Wêne ji Mihemed el-Ebdulla]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" petrol û dexlûdanan bi qaçaxî difroşe bi rêya bikaranîna kamyonên weke van, ku li derveyî bajarê Reqa yê Sûriyê tên dîtin. [Wêne ji Mihemed el-Ebdulla]

Baştirîn awa ji bo qedexekirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji sîstema darayî ya cîhanî jinavbirina çavkaniyên wê yên darayî ye, û rêgirtin li çalakiyên wê yên qaçaxiyê û sekinandina piştgiriya darayî ya endamên wê, pisporan gotin.

Ev pirs metirsîdar e ji ber ku rewşên niha derfetê didin DAIŞê ku sîstema darayî îstixlal bike, pisporê bankî Mehmûd Seyif, ku di kolêja aborî ya Zanîngeha Zegazîg a Misrê de dersê dide, got.

"Derbasbûna bi dizî ji bo sîstema darayî ya cîhanî, tevî aloziyên ku li ser diravkariyên wê dimeşin, lê dibe ku mumkin be di dema şer û aloziyên ewlekarî de, bi taybet ku hin dever hene ku ne bi din desthilata ti dewketekê de ne û ne di bin çavdêriya civaka navdewletî de ne, lê di destê grûpek an jî çeteyan de ne ku transfêr û diravkariyên bazirganî û darayî li wan pêk tînin," wî ji Diyaruna re got.

"Ev sînaryo bi rastî li çend deverên Iraq û Sûriyê li ser erdê pêk tê, ku diravkariyên bazirganî ji aliyê DAIŞê ve tên kirin û di nav wan de firotina petrol, dexlûdan û asewarên dizî" ligel çalakiyên neyasayî yên din, wî got.

Pereyên ku ji van diravkariyên bazirganî çêdibin, tevî neyasayîbûnê, di dawiyê de digihin markêtên cîhanî bi rêya bazirganên bazara reş û dibin beşek ji sîstema darayî ya cîhanî, wî got.

Mumkin e ku DAIŞ herwiha bikaribe bi dizî derbasî bazara darayî ya cîhanî bibe bi rêya diravkariyên bankî li deverên din bin kontrola wê de, Seyif got.

Ev yek berê li Iraqê çêbû, wî got, lê "tedbîrên darayî yên awarte hatin standin" ku bi taybetî derxistina van bankan ji sîstema bankî lixwe digirtin.

Derxistina DAIŞ ji sîstemê

"Gelek rê û awa hene ji bo rûbirûbûna hewla DAIŞê ji bo derbasbûna bi dizî bo sîstema darayî ya cîhanî," profesorê zanistên aborî di Zanîngeha Eyn Şems de Şahir Ebdulla ji Diyaruna re got.

Rêxistinên navdewletî û hin welatan tedbîr pêş xistine ji bo rêgirtin li vê derbasbûna bi dizî, wî got, anî ziman jî ku her destêwerdanek divê bergê wê qanûnî hebe, ji ber ku ev yek şopandin û çavdêriya tevgera pere û milkên hin kesên gumanlêkirî di bankan de li derdora cîhanî lixwe digre.

Gelek biryar ji bo asankirina van tedbîran ji aliyê NY, YE û welatên G20, ligel welatên din, hatine derxistin, Ebdulla got.

Grûpa Kar a Darayî ya navdewletî ku bi (FATF) tê naskirin jî karekî girîng kiriye ji bo zuhakirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê, wî got, bi rêya pêwendî û hevkariyê ligel welatên derdora cîhanê.

Biryarên wezîrên darayî yên welatên endamên Encumena Ewlekarî ya NY gelekî girîng bûn di zuhakirina çavkaniyên darayî yên terorîzmê û cemidandina milkên kes an jî kompaniyên ku destê wan di fînansekirina terorê yan jî spîkirina pereyan ji bo berjewendiya grûpên terorîst de heye, wî got jî.

Di çarçoveyeke kêmtir de, bi dehên welatan tedbîrên tund standine ji bo rawestandina transfêrên darayî yên girêdayî fînansekirina terorîzmê, wî got.

"Li Europa, weke mînak, kar berdewam e ji bo rêgirtin li bikaranîna kartên makîneyên bankî yên hazir weke hewleke ciddî ji bo rûbirûbûna fînansekirina terorîzmê û spîkirina pereyan, wî got.

Karê serbazî sereke ye

"Her behskirin derbarê rêgirtin li DAIŞê ku derbasî bazarên darayî yên cîhanî bibe yan jî sîstema darayî ya cîhanî divê hevdem be ligel karê ji bo rawestandina fînansekirina grûpê," Samî Xeyit, lêkolînerek di Navenda El-Şerq ji bo Lêkolînên Herêmî û Stratejî got.

Ev kar divê çalakiyên neyasayî ku li deverên desthilata DAIŞê, bi taybetî li Iraq û Sûriyê, tên pêkanîn bike armanc, wî ji Diyaruna re got.

Ev awayê rêgirtinê bi piranî girêdayî operasyonên serbazî yên niha ye, wî zelal kir, û êrîşên asmanî li dijî karwan, alav û refînerên qaçaxiya petrolê lixwe digre ligel operasyonên bejayî yên ku grûpê dikin armanc.

Ev operasyon, ku bi rêveberiya grûpên ku şerê DAIŞê dikin weke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) birêve diçin, hewl didin ku gihiştina wan bo sînorên ku Sûriyê bi welatên cîran ve girê dide qut bikin daku grûpê ji aliyê serbazî û darayî ve dorpêç bikin.

"Rawestandina qaçaxî û veguhestina kelûpel, çekdar û pereyan bi rêya sînor dê karînên serbazî û darayî yên grûpê felc bikin, û ev yek dê rê li her hewlekê ji bo êxistina pereyên bidestxistî ji çalakiyên neyasayî bo nav bazarên cîhanî bigre, di nav de firotina petrol û asewarên dizî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500