Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê çar otombîlên dehfdana çaralî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser sînorê Iraq û Sûriyê wêran kirin, di encamê de kesên di nav otombîlan de hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê roja Pêncşemê (2ê Hezîranê) got.
"Çar otombîlên ku herî kêm 10 terorîst, çek û cebilxane hilgirtbûn hatin wêrankirin di du êrîşên asmanî yên hevdem ku navçeya el-Rifaa dikirin armanc li ser sînorê Iraq û Sûriyê,rojavayê Mûsilê," berdevkê wezaretê Emîd Saad Maan ji Mewtinî re got.
"Otombîlên ku terorîst hilgirtibûn hewl didan derbasî Iraqê bibin ji deverên bin kontrola DAIŞê li Sûrîye," wî got.