Nûçeyên Iraqê

Iraq dibêje ku 260 otombîlên DAIŞê di şerê Felûce de hatin wêrankirin

Êrîşên asmanî li ser çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ku piştî şikestina li Felûce direvin bêtirî 260 otombîlên wê wêran kirin û herî kêm 150 endamên wê kuştin, AFP roja Pêncşemê (30ê Hezîranê) ragihand.

Êrîşan dawiya roja Sêşemê destpê kirin dema ku bi sedên otombîlên ku çek û cebilxane li pişta wan bûn hewl didan ji cihên dawî yên DAIŞê biçin rojavayê bajêr, û berê xwe didan başûrê Felûce ber bi biyabanê ve, xuya bû ku diçûn deverên bin destê DAIŞê nêzîkî sînorê bi Sûriyê re, fermandariya operasyonên hevbeş got.

"Qehremanên me di hêza asmanî de bêtirî 200 otombîlan wêran kirin," berdevkê Wezareta Berevaniyê Emîd Yehya Resûl got.

Wan herwiha dest danîn ser qasekî mezin ji çek û cebilxaneyê, wî got, anî ziman jî ku herî kêm 150 çekdarên DAIŞê di êrîşan de hatin kuştin.

Herî kêm 60 otombîlên din ên DAIŞê ji aliyê êrîşên asmanî ve piştre hatin wêrankirin ku balafirên Iraqî û yên hevpeymaniyê li ser karwaneke ku berê xwe dida bakurê rojavayê Felûce pêk anîn, fermandarê operasyonên Enbarê Îsmaîl Mehelawî ji AFPê re got.

Hêzên Iraqî roja Yekşemê Felûce bi temamî kontrol kirin piştî operasyoneke berfireh ku di 22ê Gulanê de destpê kiribû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500