Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke asmanî karwaneke DAIŞ li ser sînorê Iraq û Sûriyê dike armanc

Êrîşeke asmanî ya hevpeymaniyê herî kêm 20 endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin û birîndar kirin di êrîşekê de li ser karwaneke çekdar li Huseybe li rojavayê Enbarê, li ser sînorê navdewletî bi Sûriyê re, Wezareta Hundir a Iraqî roja Înê (17ê Hezîranê) got.

"Balafirên hevpeymaniya navdewletî karwaneke DAIŞ ku ji şeş otombîlên çarçerxî pêk dihat kirin armanc dema ku sînorê Elbû Kemala Sûriyê bo Huseybeya Iraqê derbas dikirin," berdevkê wezaretê Emîd Sead Mean ji Mewtinî re got.

Herî kêm 20 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û her şeş otombîl, ligel teqemenî, çek û pereyên di wan de, hatin wêrankirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500