Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

HRW banga tundkirina sizayan ji ber kuştina sivîlan li Idlibê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Êrîşên asmanî yên Rûsî li devereke niştecihbûnê li bajarokê Hemamayê li gundewarê Idlibê dixe. [Wêne ji Nûçegehanê Idlibê/Telegram hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî li devereke niştecihbûnê li bajarokê Hemamayê li gundewarê Idlibê dixe. [Wêne ji Nûçegehanê Idlibê/Telegram hatiye wergirtin]

Êrîşên li dijî armancên sivîl di çarçoveya pêngaveke rejîma Sûrî û Rûsyayê de li parêzgeha Idlibê digihêjin asta tawanên li dijî mirovahîyê, rêxistina Human Rights Watch Pêncşemê (15ê Cotmehê) ragihand, û bang bo sepandina sizayan li ser fermandarên biryarder kir.

Di raporteke 167-rûpel de, bi sernavê "Armanckirina Jîyanê li Idlibê", rêxistina mafnas 46 êrîşên asmanî û zemînî li ser sazîyên sivîl li parêzgeha li bakurê-rojavayê Sûrîyayê belgeh dike.

Êrîş "tawanên şer ên xuyayî bûn û dibe bigihêjin asta tawanên li dijî mirovahîyê", HRW ragihand.

Rejîma Sûrîyayê û Rûsya êrîş di heyama di navbera Nîsana 2019 û Adara 2020an de pêk anîn, ku herî kêm 224 sivîl hatin kuştin, li gorî HRW.

Du endamên Xûzeyên Sipî xanîyekî li gundewarê Idlibê ku mûşeke rejîma Sûrî lê ketiye pişkinîn dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Du endamên Xûzeyên Sipî xanîyekî li gundewarê Idlibê ku mûşeke rejîma Sûrî lê ketiye pişkinîn dikin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Rêxistina mafnas teqez kir ku ew bûyerên wan lêkolîn kirine bi tenê beşek in ji hejmareke mezin a êrîşên li ser sivîlan ên ku di wê heyamê de hatine pêkanîn.

"Êrîşên asmanî yên Rûsî-Sûrî li sernexweşxane, dibistan ûbazaran li Idlibê nîşan dide ku xemsarîyeke dîyar li hember jîyanê sivîlan heye," birêveberê HRW Kenneth Roth ragihand.

"Êrîşên neyasayî yên dubare beşekî ji stratîjîyeke serbazî ya bimebest bo wêrankirina jêrxaneya sivîl û zordarîkirina li xelkê, bo hêsan be ji hikûmeta Sûrî re ku dîsan kontrola xwe bisepîne nîşan didin," wî got.

Şirovekirina êrîşan bi hûrbînî

HRW raporta xwe li ser bingeha hevpeyvînên bi bêhtir ji 100 qurbanî û dîdvanan re, analîzkirina bi sedên wêne û vîdyoyên ku li cihê êrîşan hatine girtin û wêneyên asmanî ava kirine.

Rêxistina mafnas bang bo helwesteke NY kir bo dewletên endam werin handan ku sizayan li ser berpirsên ku destê wan di kuştina sivîlan de heye bisepînin.

Wê 10 berpirsên serbazî û sivîl ên Rûsî di lûtkeya fermandarîya ku binpêkirinan di derheqê nexweşxane, dibistan û sazîyên din ên sivîl de pêk tîne bi nav kirin.

"Pêwîstî bi xebatên navdewletî yên cedî heye bo nîşandan ku serencamên xerab ên van êrîşên neyasayî hene, bo rêgirtin li ber felaketan, û bo nîşandan ku tu kesên tawanên kirêt pêk anîbin bê hesab namînin ji ber post and pileya wan," Roth got.

Êrîşên asmanî yên nû sivîlên Idlibê dikujin

Çalakgerê ji Îdlibê Museb Esaf Pêncşemê ji Diyaruna re ragihand ku balefirên şer ên Rûsî heşt êrîşên asmanî yênli peyhev li bajarokê Hemama li nêzî Cisir Şuxûr li gundewarê rojavayî yê Idlibê pêk anîne, ku du sivîl kuştin û bêhtir ji 10 kesên din birîndar bûne.

Wî got ku hîn hejmarek ji sivîlan piştî êrîşên asmanî ne xuya ne û tîmên rizgarkirinê heta aniha ew nedîtine.

Hinek çavkanîyan ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov re ragihand ku êrîşên asmanî kampeke Tehrîr el-Şam armanc dikir.

Esaf da zanîn ku êrîşên asmanî herwiha deverên çandinîyê yên ku zeytûnên wan dihatin çinîn armanc kirin û qurbanî ketin, û dîyar kir ku ev deverdikeve di sînorên navçeya kêmkirina şer de, û tu hêzên çekdar li wir tune ne.

Wî teqez kir ku bilinddahîyên Cebel el-Zawîyayê li Idlibê di demjimêrên dawî de hatine topbarankirin, ligel hinek deveran li gundewarê bakurî yê parêzgeha Laziqiyayê.

Hevdem, komine çekdar baseke ku leşkerên rejîmê û milîsên alîgir vediguhestin li gundewarê rojavayî ya Helebê gulebaran kirin, û siwar hatin kuştin an birîndar bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500