Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bordumaneke giran berî pêşveçûna rejîmê Sûrîyayê li Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nexweşxaneya Kîwan li gundewarê başûrî yê Idlibê bi giranî ziyanmend bûye ji ber êrîşeke asmanî ya Rûsî roja 24ê Mijdarê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya Kîwan li gundewarê başûrî yê Idlibê bi giranî ziyanmend bûye ji ber êrîşeke asmanî ya Rûsî roja 24ê Mijdarê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Çalakgerekî got ku rejîma Sûrî û hevalbendên wê "polîtîkaya zemîna şewitandî" didin pêş hevdem ku ew li gundewarê parêzgehên Idlibê û Hemayê pêş dikevin.

Çalagerekî ji Idibê bi navê Museb Esaf ragihand ku sivîlên li wan gund û bajarokan rastî bordumaneke dijwar a balefirên şer ên Sûrî û Rûsî û topbaraneke dijwar a topxaneya rejîmê hatin, û gelek ji wan neçar man ku ji deverê birevin.

Vê stratîjîyê -- ya valakirina deverê ji sivîlan -- rê da hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê ku li hinek xalan li gundewarê Idlibê pêşkevin, piştî pevçûnên dijwar bi komên çekdar ên belawela yên li herêmê, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku balefirên şer ên Rûsî nexweşxaneya Kîwan li gundewarê Kensefrayê li gundewarê başûrî yê Idlibê armanc kirin, û ew êdî bi temamî li derveyî xizmetê ye.

Nangeha Eman li gundê Benînê li başûrê Idlibê bû li derveyî xizmetê ji ber êrîşeke asmanî ya Rûsî roja 25ê Mijdarê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Nangeha Eman li gundê Benînê li başûrê Idlibê bû li derveyî xizmetê ji ber êrîşeke asmanî ya Rûsî roja 25ê Mijdarê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî zilamekî û jina wî vediguhêzin, yên ku mûşekeke Rûsî li mala wan ket û ew birîndar bûn, li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamên Xûzeyên Sipî zilamekî û jina wî vediguhêzin, yên ku mûşekeke Rûsî li mala wan ket û ew birîndar bûn, li gundewarê başûrî yê Idlibê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Nexweşxane berî êrîşa asmanî ya Yekşemê (24ê Mijdarê) hatibû valakirin, û tu qurbanî nebûn, Yekîtîya Rêxistinên Guhlêdana Bijîşkî û Hawarçûnê di daxuyanîyekê de ragihand.

Ev êrîş ya66ê ye li ser sazîyên nûjdarî ji Nîsanê de, rêxistinê got.

Rêxistinê êrîşên berdewam li ser sazîyên nûjdarî û stafê bijîşkî "bi awayekî tund", şermezar kir, û got ku divê hesab ji tawankaran were xwestin ji ber tiştê wê nav lê kir "tawanên şer ên biqesid".

Esaf got ku balefirên şer ên Rûsî herwiha nangeha mezin a bajarokê Benîn li gundewarê başûrî yê Idlibê armanc kirin, û avahî û alavên wê têk birin, û agir pê ket û ew bû li derveyî xizmetê.

Şerên bi Tehrîr el-Şam re

Esaf got ku gera herî dawî ya êrîşên asmanî û topên mûşekan hejmarek ji malan, sivîlan û cihên olî û mizgeftên li herêmê armanc kirin.

Wî got ku hevdem pevçûnên dijwar li gundewarê başûrî yê Idlibê di navbera rejîma Sûrîyayê û Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê de diqewimin.

"Ev yek bû encama pêşketineke rejîmê, ku hêzên rejîma Sûrî dest danîn ser hejmarek ji gundewaran di demjimêrên dawî de, di nav de Um Xelaxil, Mişêrfa, Liwêbda,Zerzûr û Tel Xezna," Esaf got.

Wî got ku li gorî hinek raportan, ev bajarok bi temamî hatine wêrankirin, û vê yekê hişt ku rejîm zû dest deyne ser wan.

Wî got ku pevçûn li bajarokên Um Tineh û Tel Dam berdewam in, li gorî raportan hêzên rejîmê ji Sêşemê ve li hinek deveran pêş dikevin.

Wî got ku ev devera stratîjî Reqa û Hesekayê û parêzgeha Idlibê bi hev ve girê dide û da zanîn ku kontrolkirina wê deverê rêyên nû li ber rejîma Sûrîyayê vedike, ku ew bikare di wan re çûnûhatinê bike û alavan veguhêze.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500