Êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî du bazarên gelêrî yên parêzgeha Idlibê Duşemê (2yê Kanûna Yekem) armanc kirin, û di encamê de bi dehan sivîl bûn qurbanî, çalakgerekî herêmî ragihand.
Çalakger û şêniyê Maeret Numan Hanî Numan ji Diyaruna re dîyar kir ku berî nîvro bazarên Seraqib û Maeret Numan hatin bombebarankirin, bazarên ku hertim di wê demê de tijî firoşyar û kiryar in.
Wî got ku ji herdu bazarên ku hatine armanckirin xuya dibe ku rejîma Sûrî sivîlan armanc dike.
Wî destnîşan kir ku Sûq el-Hal bazareke sereke ya bajarokê Maeret Numan a li başûrê Idlibê ye û da zanîn jî ku beşê herî mezin ê bazarê fêkî lê tê firoştin.
Numan anî ziman ku bazar di saetên sibê de her tim tijî ye.
Wî got ku herî kêm 11 kes li bazara Maeret Numan hatin kuştin, û 20 jî birîndar bûn, ku hejmarek ji wan di rewşeke tengav de ne.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku hejmara kuştîyan 13 ye.
Numan teqez kir ku êrîşên asmanî ziyaneke mezin gihandin dikanên bazarê.
Wî ji Diyaruna re got ku ev ne cara yekê ye ku bazar tê armanckirin, lê ev ya herî bi ziyan bû.
"Bombebarana herî tirsbar"
Nûçegihanekî AFP dît ku rizgarker radihiştin zilamekî birîndar li ser darbestê û termek li erdê di nava birteqal û kîsên pîvazan de bê lebat bû.
Mahir Mihemed, 35 salî, firoşkarekî bazarê ye, got ku ev bomebarana herî tirsbar e ku wî di salên dawî dîtiye.
"Em derbasî dikanan bûn û me xwe avêt erdê," bavê pên zarokan ji AFP re got.
Wî dîyar kir ku "wan nîvê bazarê da ber bombebaranê."
Maeret Numan bi dirêjaheîya çend rojan rastî bomebaraneke tund hat û di encamê de gelek qurbanî çêbûn û dibistanên bajêr û gund û bajarokên derdorê xwendin rawestandin da xwendekarên xwe biparêzin.
Balafirên Sûrî bazarek li bajarokê Seraqib jî, li gundewarê rojhilatî yê Idlibê, armanc kirin ku di encamê de herî kêm kesek hat kuştin û hejmarek sivîl birîndarbûn.
Numan anî ziman ku beşê mezin ê bazarê di êrîşa asmanî de hatiye wêrankirin.
Numan got ku gundê Herekî jî di heman demê de hat bombebarankirin, û hejmarek ji bajarok û gund jî hatin topbarankirin, nemaze Helbeh, Rafa, Kefer Sicna û Kefer Nubil.