Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Xwepêşandan li Idlibê li dijî Tehrîr el-Şam, û rejîmê tên pêkanîn

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecihên Seraqib li gundewarên Idlibê xwepêşandanek li dijî rejîm û Tehrîr el-Şam pêk anîn. [Wêne ji rûpela Nûçeyên Seraqib û Welat a Facebookê hatiye wergirtin]

Niştecihên Seraqib li gundewarên Idlibê xwepêşandanek li dijî rejîm û Tehrîr el-Şam pêk anîn. [Wêne ji rûpela Nûçeyên Seraqib û Welat a Facebookê hatiye wergirtin]

Di navbera pêşketina hêzên rejîma Sûrî ji alîyekî, û Tehrîr el-Şam ji alîyekî din de, niştecihên parêzgeha Idlibê li hejmarek ji bajarokan xwepêşandanin li dijî herduwan pêk anîn, çalakgerekî Sûrî ragihand.

"Hejmarek ji xwepêşandanan li gelek bajar û bajarokên Idlibê û deverên gundewarî li dijî pêşketina hêzên rejîmê di herêmê de hatin pêkanîn," Çalakgerê Mearet Numan Hanî Numan ji Diyaruna re got.

Wî got ku pêşketina rejîmê hişt pêleke koçberîyê çêbibe, ku sivîl ji bo selametîya xwe revîyan hundirê parêzgehê.

Lê belê ne bi tenê pêşketina rejîmê ev hêrsa gelêrî çêkir.

Sivîl û çalakgerin ji Maeret Numan beşdarî xwepêşandanekê dibin ku li dijî rejîma Sûrî û Tehrîr el-Şam e. [Wêne ji rûpela Idlib plus hatiye wergirtin]

Sivîl û çalakgerin ji Maeret Numan beşdarî xwepêşandanekê dibin ku li dijî rejîma Sûrî û Tehrîr el-Şam e. [Wêne ji rûpela Idlib plus hatiye wergirtin]

Xwepêşanderek lafîteyekê di xwepêşandana Mearet Numan hil dide ku loma ji Ebû Muhemed Colanî dike, serkirdeyê Enîya Nusrayê, koma ku hevbendîya Tehrîr el-Şame wê kontrol dike, ji ber rewşên ne baş ku aniha Sûrî tê re derbas dibe. [Wêne ji rûpela Idlib plus hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku "xwepêşandan herwiha li dijî Tehrîr el-Şam û sîyasatên wê bûn," ku hinek dijberên xwe digirin "an jî wan neçarî derketina ji deverê dikin."

"Ev yek ligel kontrola hevbendîya tundrew a ser hemû girêbestên bazirganî yên sereke, ligel bilindbûna buhayan û sepandina bacan tevî rewşên aborî yên ne baş ku xelk pê re rû bi rû mane," Numan got.

Xwepêşandan li seranserê Idlibê tên lidarxistin

Numan dîyar kir ku xwepêşandan li Maeret Numan, Seraqib, Binîş, Erîha û Kefer Texrîm pêk hatine.

Wî da zanîn ku "gelek kes beşdarî wan bûn, alên şoreşa Sûrî bilind kirin, ligel nivîsên ku êrîşa herdu alîyan şermezar dikirin, ango rejîm û Tehrîr el-Şam."

Lafîteyan banga derketina Tehrîr el-Şam ji herêmê kir, ji ber rewşên zehemet ên ku sivîl jîyan dikin.

Numan destnîşan kir ku derfetên kar pir kêm in, û malbat bi demsala nû ya xwendinê û bi nêzîkbûna werzê zivistanê re ku xweber lêçûnên wan pir dibin tengezar in.

Wî daxuyand "xelk bi rastî ditrisin eger Tehrîr el-Şam ji herêmên wan vekişe" ligel pêşketina rejîmê, weke rewşa Xan Şêxûnê.

Wî got ku "ev yek wê bihêle pêleke mezin a koçberîyê ber bi deverên sînorî ve çêbibe, û xelk wê rastî du bijarteyên tehl werin: an derketin, an jî li gel rejîmê bimînin."

Wî anî ziman ku ev yek tirseke rastîn ji xelkê re çêdike ji ber ku hejmareke mezin ji alîyê rejîmê ve tê xwestin, di nav de xortên ku belkî werin girtin "li jêr bihaneya leşkerîya neçarî."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500