Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Parêzerê banka navendî ya Sûrîyayê rastî sizayan tê

AFP

Kesin li derveyî baregehên Banka Navendî ya Sûrîyayê li Meydana Sebie Behrat li Şamê roja 17ê Hezîranê dimeşin. [Luey Bişara/AFP]

Kesin li derveyî baregehên Banka Navendî ya Sûrîyayê li Meydana Sebie Behrat li Şamê roja 17ê Hezîranê dimeşin. [Luey Bişara/AFP]

Amerîkayê Çarşemê (30ê Îlonê) siza li ser parêzerê banka navendî ya Sûrîyayê, Hazim Qerfûl, û 16 kes û pêgehan sepandin.

Ev gav di çarçoveya Yasaya Qeyser de tê, ku bi rêya wê Amerîka hewl dide ku rê li ber xebatên nûavakirinê û asayîkirina bazirganîyê bi rejîmê serokê Sûrîyayê Beşar Esed bigire.

Amerîka fermana destdanîna li ser pereyên Qerfûl li Amerîkayê, û yên hinek kesên din derxist, û êdî her çalakîyeke bazirganî û şandina pereyan bi wan re cihê cezayê ye.

Xezîneya Amerîkayê,ku ew alîgirên Esed armanc dike, qala tu tawanên dîyarkirî yên Qerfûl nekiriye lê wê bal kişand ser raportên ku dibêjin wî dest danîye ser kompanîyan bo pereyan ji xezîneya dewletê re dabîn bike.

Kesên ku hîn li tenîşt rejîma Sûrî ne "rê didin wê ku di gendelî û binpêkirina mafên mirov de berdewam be", Wezîrê Xezîneyê Steven Mnuchin ragihand.

Herwiha karsaz û sermayedar Xudir Tahir bin Elî û Husam Muhemed Loqa, serokê Birêveberîya Hewalgirîya Giştî, ji hêla Wezareta Xezîneyê ve hatine sizakirin.

Tahir tê gunehbarkirin ku ew piştevanê lojistî yê serekî yê Firqeya 4ê ya artêşê ye û herwiha wî kompanîyeke ewlehî ya taybet damezrandiye ku bûye "baskê bicihanînê yê nefermî yê firqeyê".

Wezareta Xezîneyê got ku Tahir kompanîyeke telefûnan bi navê Ema Tel LLC damezrandiye, ku tê payîn bo ew bibe alternatîvêRamî Mexlûf, ku ew jî sermayedarekî pir dewlemend e ku nakokî di navbera wî û pisxalê wî Esed de derketine.

Wezareta Derve jî ragihand ku wê sê kes û pêgeh ji ber êrîşine asmanî yên ku berî sê salan li dijî bajarokên Ermenaz hatibûn pêkanîn siza kirine.

Di 29ê Îlona 2017an de, êrîşên asmanî herî kêm 35 kes kuştin, ku herî kêm sê ji wan zarok bûn, li gorî pênc dîdevanan û wêne û dîmenên ku rêxistina mafnas Human Rights Watch ew analîz kirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500