Nûçeyên Iraqê

Amerîka sizayan li ser fînansegerên nû yên DAIŞê disepîne

Amerîka Duşemê (15ê Nîsanê) siza li ser fînansegerên li Belcîka, Kînya û Turkîyayê sepandin ji ber sûcê gihandina pereyan li ser astê navdewletî bo "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP ragihand.

Wezareta Xezîneyê got ku wê xelefên Fewaz Mihemed Cubeyr Rawî re destnîşan kirin, ê ku di êrîşeke asmanî de li Sûrîyayê di sala 2017an de hat kuştina paş şandina bi milyonên dolarên pêwîst ji tundrewan re.

Amerîkayê siza li ser heft kesan sepandin, di nav de Muştaq Talib Zugheyr Rawî, yê ku heta dawîya sala 2018an tev malbata xwe li Belcîkayê dijî, li gorî Wezareta Xezîneyê.

Wezareta Xezîneyê got ku hêzan dest danî ser belgeyan di êrîşekê de li ser DAIŞê sala par ku nîşan didin ku Muştaq alîkarî dida fînansekirina rêxistinê bi rêya sûdwergirtin ji maşînên mûçeyan ên elekitronî yên hikûmeta Îraqî yên bo belavkirina mûçeyan li ser karmend û xanenişînên giştî tên bikaranîn.

"Xezîneyê hemû xebat û karên xwe xistine tevgerê de bo misogerkirina binxistina DAIŞê bi rêya birîna hemû çavkanîyên fînansekirina terora wê li çar alîyên cîhanê," Sigal Mandelker, wekîlê wezaretê bo .karûbarên terorîzmê û hewalgirîya darayî, ragihand.

Wezareta Xezîneyê herwiha kompanîyeke guhertina pereyan, bi navê El-Erd El-Cedîda, siza kir, ya ku tê gotin ew hewalat Îraqê bi bajarê Semsûnê, li bakurê Turkîyayê ve girê dide.

Xezîneyê gor ku endamekî DAIŞê li Îraqê milyonek dolar bi rêya guhêra pereyan re sala par wergirtiye.

Wê herwiha di sizayên herî dawî de Helîma Ednan Elî ya li Kînyayê dimîne armanc kir, ya ku Wezareta Xezîneyê got ku ew yek ji torekê bû ku zêdetir ji 150,000 dolarî di sîstema hewalatê re bo çekdarên DAIŞê li Sûrîya, Lîbya û Navçeya Navîn a Afrîkayê veguhest.

Ew herwiha du caran ji alîyên desthilatdarîyên Kînî ve hatibû girtin û wê weke tecnîdkarekê ji çekdarên Şebaba Somalî re kar kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500