Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Wezareta hewalgirîyê ya Îarnê sîxurîyê li ser hevwelatî û kompanîyan dike

Behroz Larîcanî

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî kompanîya Rena siza kir, wacheyek ji Wezareta Hewalgirî û Ewlekarîyê ya Îranê re, di Îlonê de. [Wêne ji IRNA re]

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî kompanîya Rena siza kir, wacheyek ji Wezareta Hewalgirî û Ewlekarîyê ya Îranê re, di Îlonê de. [Wêne ji IRNA re]

Bikaranîna Komara Îslamî ya Îranê ji sazî û pereyên hikûmî re bo sîxurîkirin li ser hevwelatîyên xwe li hundir û derveyî welat hişt ku paşguhkirina rejîmê ji azadîyên tekekesî û mafên mirov re dîyar be.

Vê yekê sizayên nû yên ji alîyê Xezîneya Amerîkî ve li ser "koma gefa elektronî" û 45 tekekesên girêdayî wê û kompanîyeke girêdayî Wezareta Hewalgirî û Ewlekarî ya Îranê hatin sepandin encam da.

Kompanîya Rena bo jimartinên hewalgirî (Rana) kompanîyeke Wezareta Hewalgirî û Ewlekarîyê ya Îranê ye, Wezareta Xezîneyê got.

Wê got ku hikûmeta Îranê ku li pişt vê kompanîyê veşartiye, "wê kampayayeke softworên xerab ya ku salekê dirêj da bi kar anî ya ku niştecîyên Îranî, rojnamevan û kompanîyên navdewletî di sektorê rêwîtîyê de armanc kirin".

Amerîkayê siza li ser komeke gefên elektronî, 45 tekekesên têkildarî wê û kompanîyeke têkildarî Wezareta Hewalgirî û Ewlekarîyê ya Îranê sepand di 17ê Îlonê de ji ber tuhma sîxurkirinê li ser hevwelatîyên Îranî. [Wêne ji IRNA ye]

Amerîkayê siza li ser komeke gefên elektronî, 45 tekekesên têkildarî wê û kompanîyeke têkildarî Wezareta Hewalgirî û Ewlekarîyê ya Îranê sepand di 17ê Îlonê de ji ber tuhma sîxurkirinê li ser hevwelatîyên Îranî. [Wêne ji IRNA ye]

Her 45 tekekesên destnîşankirî di postên cihêreng de kar kir dema wan li Rena kar dikir, di nav wan postan de weke serkêş, bernamesaz û pisporên hakirinê, Wezareta Xezîneyê got.

Ofîsa Lêpirsînên Federal ên Amerîkî (FBI), di heman demê de agahîyên hûrgilî derbarê koma gefê ya elektronî ya Îranî, a weke Gefa Berdewam a Pêşketî 39 (APT39) tê naskirin, di hişyarîyeke hewalgirî ya giştî de weşand.

Raporta Ofîsa Peygerîna Federalî hurgilîyên heşt komên cuda û ciyawaz ên bernameyên xirab ên ku wezaretê, di rêya Rena re bi kar anîn dîyar dike, daku çalakîyên hakkirina kompîteran bi cih bîne.

Wezareta Xezîneyê got, bi eşkerekirina kûdê, Ofîsa Peygerînê ya Federal astengîyê ji şiyana wezaretê re çêdike ku karibe kampanyaya xwe berdewam bike, "bi vî awayî ew êşa bi hezarên tekekesan û rêxistinên li seranserî cîhanî bi dwaî dike".

Berhevkirina agahîyên tekekesan

Sassan Temga şirovekarekî hewalgirî ku li Îranê dimîne, ji Diyaruna re got ku gava pêşî di warê kontrolkirina cemewaran de ew e berhevkirina agahîyên derbarê wan bi awayekî rêzî û berdewam.

Wî got ku doza çalakger û dijberên li Îranê girtî dîyar dike çi qasî rejîma Îranî çalak û pêşketî ye di sîxurkirin û berhevkirina agahîyên tekekes yên taybet de.

Li gorî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkî, Wezareta Karê Hundir, a dibin kirasê Rena de, roleke sereke gerand di binpêkirina rejîma Îranî û çavdêrîkirina wê ji hevwelatîyên wê re.

Di rêya Rena re, aktorên sîber "alavên thakkirinê yên xerab bi kar anîn daku hevwelatîyên Îranî armanc bike û çavdêrîya wan bike, bi taybet dijber, rojnamevanên Îranî, karmendên hikûmetê yên berê jîngehparêz, penaber, xwendekarên zanîngehê û fakulte û karmendên rêxistinên navdewletî yên nehikûmî".

Wezareta Xezîneyê ku ku "hin ji van tekekesan rastî girtin û tirsandina laşî û ya derûnî hatin" ji alîyê wezaretê ve.

Hevrikîya Pasdaran û Wezareta Karê Hundir

Di van salên dawî de, berevajî rola Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) a zêde di warên aborî, siyasî û çandî de li welat, herwiha baskê wê yê hewalgirî çalaktir bû di berhevkirina agahîyên Îranîyan mil bi mil bi Wezareta Karê Hundir re.

Temaga got ku hevrikîya di navbera baskê hewalgirî yê Pasdaran û Wezareta Karê Hundir de hişt ku herdu li dijî hev kar bikin sala par.

Wî got "hin di hewalgirîya Pasdaran de bawer dikin mirina [fermandarê berê yê Hêza Quds a Pasdaran Qasim Sulêmanî] encamek bû ji hevrikîya di navbera herdu rêxistinên parelel de û rastîya ku planên çûna wî bo Îraqê û rêwîtîya wî di hundirê wê de ji alîyê Wezareta Karê Hundir ve hatin eşkerekirin".

Temaga got ku temwîlkirina çalakîyên hewalgirîya Pasdaran ji budceya hikûmetê ya giştî tê, piranîya wê ji firoştina neftê ye.

Sizayên navdewletî yên Îran armanc kir dahatên neftê yên Îranê kêm kirin û di encama vê yekê de budceya wê jî kêm bû. Lê tevî wê yekê, "Îranê bi berdewamî budceya xwe ya serbazî, hewalgirî û ewlekarî zêde kir", Feramerz Îranî, pisporekî siyasî ku li Îranê dimîne got.

Ev tê wateya ku li şûn rehetî û xweşîyê ji gelê xwe re dabîn bike û tevlihevîya aborî ya Îranê îdare bike, rejîma Îranî dahatên xwe li ser hewalgirî û sîxurkirinê di hundirê welat de û hinardekirina alozî û navtêdanê bo herêmê xerc dike, Îranî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku çalakîyên sereke yên Wezareta Karê Hundir ji planên tengavkirin û êşkencekirina dijberên xwecihî pêk tê. Di heman demê de, "beşek ji karê baskê hewalgirî yê Pasdaran ew e ku balê bikişîne ser çalakîyên Îranê yên herêmî bo fişara berdewam li ser hevwelatîyên Îranî veşêre".

Wî got "weke perde ji Wezareta Karê Hundir re, armancên Rena ne tenê Îranî ne, lê herwiha hevwelatî, kompanî û hikûmetên herî kêm ên 30 welatan li Rojhilata Navîn, Afîkaya Bakur, Asya û Ewropayê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500