http://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2019/03/12/feature-01

Aborî |

Îran xezîneya serokatîyê bo piştevanîya operasyonên serbazî vala dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Di icons tw 35 Di icons fb 35

Îranî beşdarî xwepêşandanekê dibin di heyama alozîya aborî de. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Tevîxwepêşandanên berfireh ên li Îranê rejîmê han da ku çavkanî li ser babetên xwecihî werin sekinandin, rejîmê rêkarin bo veguhastina pereyên ku ji xezîneya serokatîyê re tarxankirî ne pêk anî da ku wan di operasyonên serbazî de bi kar bînin.

Medyaya Îranî di Sibatê de ragihand ku parlamenter li ser kişandina 1.5 milyar dolar ku ji Xezîneya Geşedanê ya Netewî derbixînin li hev kir da ku lêçûnên serbazî bidin.

Sala par, rêberê bilind ê Îranî Ayetellah Elî Xamenayî ferman bi kişandina 1.5 bilyon dolar ji xezîneyê da, boli ser projeyên serbazî werin xerckirin.

Lîwa Qasim Sulêmanî (R), fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdaran, ligel çekdarine Afganî ye li Sûrîyayê. [Wêne ji torên civakî hatiye wergirtin]

Xezîneya Geşedanê ya Netewî ya Îranî "bo beşek ji qezencên neft, xaz û berhemên dîtir yên neftê ji vebiranînên ne-neftî û berhemdar re bin, hat avakirin, herwiha beşek ji nifşên bên re were rakirin," profesorê Zanîngeha Eyn Şemsê Şahir Ebdulah got.

Medyaya Îranî ragihand ku îsal, Xamenayî ferman da parlamentê da ku budceya darayî ya sala 2019an durist bike ku 20% ji qezencên neftê ji Xezîneya Geşedanê ya Netewî re herin, ji eslê 30% ên jê re plankirî.

Ebdullah anî ziman ku "ev pere pir hindik in eger em li kêmbûna hinardeyên neftê binêrin ji ber cizayên ku li ser Îranê hatine sepandin û herwiha ji ber kêmbûna buhayên neftê yên navdewletî.

Wî ji Diyaruna re got ku biryara dawî ya kişandina 1.5 milyar dolar ji xezîneyê "di demeke ku abora Îranî gerekdarî çareserîyeke lzgîn bû de hat ji ber kêmbûna dawî ku gihaşt 5.5%.

Pereyên xelkên Îranî

Feyleqa Pasdarên Şoreşger Îslamî ya Îranê (Pasdaran) "piştevanîya operasyonên bîyanî bi pereyên xelkên Îranê dike," lêkolînerê Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratîjîk Fatih Seyid ragihand.

Seyid ji Diyaruna re got ku Pasdaran piştevanîya wekîlên Îranê li Libnan, Sûrîya,Îraq û Yemenê dike, da zanîn jî ku "mabûna kontrolkirina wê ji van komên tayîfî re gerekdarî fînanseke berdewam a çek û pereyan e.

Wî ragihand ku Pasdaran fînansê ji budceya giştî ya Îranê werdigire û herwiha ji çavkanîne din jî, di nav de Xezîneya Geşedanê ya Netewî, ku giştî budceya wê ya sereke gihaşt 3.3 bilyon dolar di 2013an de û bilind bû heya 7bilyonan di 2017an de.

Seyid anî ziman ku "ev hejmar tenê yên Pasdaran ne û tu hejmarên heman ku bo artê û berevanîyê tarxandî bin tune ne, ku dîsa li xezîneyên Pasdaran vedigerin.

Rêjeya bêkarîyê di nava derçûyên zanîngehan de li Îranê pir bilind e û ji ber alozîya aborî bêhtir bilind bûye, Şîyar Turko, yê ku fînanskirina Pasdaran lêkolîn dikir, got.

Turko ji Diyaruna re got ku "eger Pasdaran pere, çavkanî û samanên gelê Îranê nekişandibana, rewş dê pir cuda ba."

Hema hema xezîne vala dibe

Xezîneya Geşedanê ya Netewî ji projeyên ne-neftî re hatiye tarxandin û bo "piştevanîya projeyên taybet da ku abor xurt bibe û derfetên kar ji derçûyên zanîngehan re çêbibin," Turko anî ziman.

Lê zêdebikaranîna rejîma Îranê ji xezîneyê re ku piştevanîya ajendên Pasdaran dike, hişt ku xezîne nîv-vala bibe, wî anî ziman.

Turko da zanîn ku pereyên xezîneyê aniha "bo berdewamkirina fînansa serbazî û ya darayî ya demdirêj" bi kar tên ku ji çekdarên li Yemen, Sûrîya, Îraq, Lubnan û derveyî wê re tên pêşkêşkirin.

Wî got "xwendekar û derçûyên zanîngehan rojane li dijî van rewşan radibin li bajarên sereke," lê ajansên ewlekarîyê yên Îranî û medyaya Îranî hewl didin van tiştan veşêrin.

Tu vê mijarê diecibînî?
17
14
Di icons no

0 KOMÊNT

Rêbazên Komentan Captcha