Nûçeyên Iraqê
Ol

Şênîyên Dêra Zorê ji ber merasîmên bi rengê sîyasî bi hêrs in

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Hizbullaha Lubnanî rêya sereke ya bajarê Meyadînê digirin ji ber merasîmeke olî. [Wêne ji Sada al-Sharqieh hatiye wergirtin]

Endamine Hizbullaha Lubnanî rêya sereke ya bajarê Meyadînê digirin ji ber merasîmeke olî. [Wêne ji Sada al-Sharqieh hatiye wergirtin]

Niştecihên parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrî dîtin ku hebûna zêde ya milîsên bi ser Îranê de tengavîyê çêdike ku çekarên milîsan merasîmeke olî bi rengekî sîyasî bo meha Muherem li dar xist, çalakgerekî got.

Çekdarên milîsan rê li gelek navendên bajaran li parêzgeha rojhilatî girtin da merasîmina ku xuya dikir ew dilsozîya bi Îranê re xurt û han didin li dar bixin, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî dîyar kir ku vê yekê qehr li cem niştecihên herêmê çêkir, ku dev weke ragihandina eşkere ya eqîdeya Wîlayet Feqîh dîtin, ya banga dilsozîyê bi Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî re dike.

Merasîm hevdem in ligel raportinan tê ku dibêjin Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) desthilata xwe li bajarê Dêra Zorê berfireh kiriye bi rêya kontrolkirina mizgeftên bajêr .

Çekdarine girêdayî Pasdaran xwe ji merasîmekê li paytexta Sûrî Şamê re amade dikin. [Wêne ji Zenûbîyûn hatiye wergirtin]

Çekdarine girêdayî Pasdaran xwe ji merasîmekê li paytexta Sûrî Şamê re amade dikin. [Wêne ji Zenûbîyûn hatiye wergirtin]

Ebid daxuyand ku milîsên girêdayî Pasdaran rêûresm bi rêxistin kir û lê amade bûn, di nav de Hizbulaha Lubnanî û Ketaib Hizbulaha Îraqî.

Wî got yek ji mezintirîn merasîman ji alîyê milîsa Zeynebîyûn (ji welatîyên Pakistanî pêk tê) li bajarokê Ebû Kemalê yê li ser sînorê Sûrî-Îraqî hatibû birêxistinkirin.

Ebid da zanîn ku çerxerêya Teyara ya Ebû Kemalê bi temamî bo merasîman hatibû girtin, dîyar kir jî ku merasîmeke din li bajarê Meyadînê hatibû lidarxistin û gelek endamên Hizbulaha Lubnanî lê amade bûbûn.

Wî destnîşan kir ku çalakîyên bi vî rengî ne tenê li Dêra Zorê hene, lê belê li deverine sereke li herêma Şamê jî ku ji alîyê van milîsan tên kontrolkirin çêdibin.

Metirsîyên vayrûsa Korona

Ebid got ku oldarê Îraqî yê payebilind Mihemed Saed Hekîm hejmarek merasîm li dar xistin û bi gelek serkirdeyên Pasdaran milîsên girêdayî wê û kesayetên herêmî yên payebilind re rûnişt.

Wî got ku hejmarekberpirsên Komelya Îmam Mehdî jî serdana herêmê kir, bi serkêşîya serkirdeyê Kaetaib Hizbullah Elî Kazimî û li hinek taxan gerîyan û dîyarî dan malbat û zarokan.

Ebid got ku hinek niştecihan nîgeranîya xwe anî ziman ku ev kombûyînên mezin dibe ku bihêlin nexweşîya koronayê (COVID-19) li herêmê belav bibe.

Wan xwe ji zexta li ser sivîlan da ku beşdarî merasîm bibin aciz kirin, tevî metirsîya belavbûna nexweşîyê, wî anî ziman.

Ebid destnîşan kir ku hinek raport dibêjin gelek endamên milîsên girêdayî Pasaran bi vayrûsa Koronayê ketine -- di nav de birêveberê nexweşxaneya Feratê ya meydanî ya Îranî ku ev milîs li wir têne dermankirin.

Wî ragihand ku hemşîreyek ku li nexweşxanya Esed li Dêra Zorê kar dikir jî piştî bi Koronayê ket jîyana xwe ji dest da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500