Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çekdarên Feyleqa Pasdaran berdidin niştecîyên Elbû Kemalê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nivîsandinên ku dibêjin "Hizbulah tê" li ser dîwaran tê dîtin li alîyê malekê li bajarê Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Nivîsandinên ku dibêjin "Hizbulah tê" li ser dîwaran tê dîtin li alîyê malekê li bajarê Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Milîsên girêdayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) hişyarî dan niştecîyên navçeyeke bajarê Elbû Kemalê yê parêzgeha Dêra Zorê ku divê ew ji malên xwe derkevin di demeke herî nêzîk de, çalakgerekî xwecihî got.

Destdanîna li semalan beşek ji planeke nû ye bo bicihkirina çekdaraên milîsên alîgirê Feyleqa Pasdaran li herêmê, çalakgerekî li Dêra Zorê bi navê Cemîl Ebid ji Diyaruna re got.

"Mebest ji vê vê yekê ew e ku zorê li hemû niştecîyên bajarê Ketifê bikin ku ji malên xwe derkevin daku dever bibe devereke niştecihbûnê ya terxankirî ji endam û malbatên endamên milîsên ku Feyleqa Pasdaran piştgirîya wan dike," wî got.

Wî got ku alozî li navçeyê gelekî zêde dibe, ji ber ku Feyleqa Pasdaran û hevalbendên wê agir bi bistanan dixin bi bihaneya ku ew berdidine terorîstan ji cihên dibe ku xwe di wan de vedişêrin.

Niştecîyên navçeya Besatîn ya bajarê Elbû Kemalê, yên di vê wêneyê de, ji alîyê milîsên alîgirê Feyleqa Pasdaran hatine neçarkirin ku deverê vala bikin, çalakgerekî xwecihî dibêje. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Niştecîyên navçeya Besatîn ya bajarê Elbû Kemalê, yên di vê wêneyê de, ji alîyê milîsên alîgirê Feyleqa Pasdaran hatine neçarkirin ku deverê vala bikin, çalakgerekî xwecihî dibêje. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamine milîseke alîgirê Feyleqa Pasdaran di bistanekî şewitandî de radiwestin li gundewwarê Elbû Kemalê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Endamine milîseke alîgirê Feyleqa Pasdaran di bistanekî şewitandî de radiwestin li gundewwarê Elbû Kemalê. [Wêne ji Cemîl Ebid hatiye wergirtin]

Xebatên ku hatin kirin da ku niştecîyên Ketifê neçar bibin ku ji malên xwe derkevin hiştin ku şer di nav endamên milîsên alîgirê Feyleqa Pasdaran û Hêzên Berevanîya Niştimanî de biqewimin, Ebid got.

Wî got ku Berevanîya Niştîmanî red kir ku ji navçeyê derkeve û giftûgo di nav herdu alîyan de berdewam in bo gihiştin bi lihevkirinekê.

Dibe ku malbatên Berevanîya Niştîmanî herin navçeya Camiyatê, ya ku milîsê biryar da ku here wir, li gorî Ebid.

Wî anî ziman ku di heman demê de, gelek sivîlên normal jî malên wan ji dest wan çûne û hejmarek ji wan bi awayekî demkî bi xizmên xwe re ber bi gundewarê Elbû Kemalê ve çûn.

Fişarê li niştecîyan dikin ku derkevin

Ebid got ku ligel destdanîna ser malên taybet, milîsên ku Feyleqa Pasdaran piştgirîya wan dike agir berdane rûberine berfireh ji erdên çandinîyê li gundewarê Elbû Kemalê bi bihaneya peyçûna dûv terorîstan.

"Mebesta rasteqîn ji vê yekê ew e ku fişarê li niştecîyan bikin ku ji deverê derkevin," wî got, û bi taybet devera di navbera Elbû Kemalê û Salihîyayê de, cihê ku xebat li wir dewam kirine.

Di heman demê de, rejîma Sûrî kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne han dide ku vegerine deverê.

Wî teqez kir ku bi dehan vegeriyane malên xwe di van her çend rojên bûrî de, wî got, lê gelek dilnexwaz in ku vegerin ji ber bawerîya wan bi sozên rejîma Sûrî dema rewş têkildarî kiryarên Feyleqa Pasdaran be.

Wî anî ziman ku bi dehan malbatên bêwar biryar dane ku aniha li cihê xwe bimînin, bi taybet ew malbatên ku li deverên li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ne.

Wî got ku herwiha dibe dikan û xwaringehên deverê yên hatin desteserkirin ji alîyêfermandarê Feylea Pasdaran ê xwecihî Hac Selman bên bikarbînin , ku welatîyekî Lubnanî ye, yê ku karûbarên milîsê bi rê ve dibe.

Komên çekdar ên ku li deverê ne ev in: Heyderîyûn -- milîseke Îraqî ye ku Îran piştgirîya wê dike, Hereke el-Nuceba -- û Hizbulaha Lubnanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500