Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şênîyên Dêra Zorê tinazîyan bi vîdyoya DAIŞê ya herî nû dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Di vîdyoya herî nû ya rêxistinê de, endamekî DAIŞê tê dîtin ku rûnekê şewatê bi otombîleke sivîl de dike li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê. [Ev wêne ji dîmena vîdyo ya DAIŞê hatiye wergirtin]

Di vîdyoya herî nû ya rêxistinê de, endamekî DAIŞê tê dîtin ku rûnekê şewatê bi otombîleke sivîl de dike li parêzgeha Dêra Zorê li Sûrîyayê. [Ev wêne ji dîmena vîdyo ya DAIŞê hatiye wergirtin]

Şênîyên Dêra Zorê yên ku vîdyoya herî nû ya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ku roja Şemîyê (8 Tebaxê) hatiye belavkirin ,ji Diyaruna re teqez kirin ku ew vîdyo ronîyê diavêje ser tawankarîya rêxistinêû rastîya îdyolojîya wê ya çewt eşkere dike.

Wan got ku ew têne bîra wan ji ber çi sedeman wan rêza rêxistina tundrew nedigirt dema ku wê dest danî ser parêzgeha wan, û hewl û xebatên wan bo nehêlin ku ew careke din cihê pêyê xwe li devera wan peyda bike hîn bi hêztir dike.

Vîdyoya 13-deqe, bi sernavê "Cenga Lawazkirinê ya 4ê", mişt dîmenên hovane ye ku di wan de rêxistin gefê dixwe ku ew dê tolê ji "hevkar" û sivîlên ku wê û îdyolojîya wê qebûl nakin hilîne.

Di hinek dîmeman de, endamên DAIŞê sivîlan digirin û dikujin bi behaneya ku ew bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) û Hevpeymanîya Navdewletî re hevkarîyê dikin.

Vîdyoya nû ya DAIŞê kesekî çavgirtî nîşan dide ku rêxistin angaşt dike ku ew hatiye kuştin ji ber hevkarîya wî bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re. [Ev wêne ji dîmena vîdyo ya DAIŞê hatiye wergirtin]

Vîdyoya nû ya DAIŞê kesekî çavgirtî nîşan dide ku rêxistin angaşt dike ku ew hatiye kuştin ji ber hevkarîya wî bi Hêzên Sûrîyaya Demokratîk re. [Ev wêne ji dîmena vîdyo ya DAIŞê hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê di dîmena vîdyoyê ya herî dawî ya rêxistinê de dîyar dibin. [Ev wêne ji dîmena vîdyo ya DAIŞê hatiye wergirtin]

Endamên DAIŞê di dîmena vîdyoyê ya herî dawî ya rêxistinê de dîyar dibin. [Ev wêne ji dîmena vîdyo ya DAIŞê hatiye wergirtin]

Vîdyo di gelek tevnên mîdyaya civakî de hatiye belavkirin ji hêla ya jê re tê gotin ragihandina Wîlayet el-Xêr (ku ji Dêra Zorê û hawîrdora wê pêk tê), rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku sernavê "Cenga Lawazkirinê ya 4ê", peyvdarê DAIŞê Ebû Hemza Qurêşî naratîva wê daye pêş.

Di vîdyoyê de, Qureyşî petaya vayrûsa Koronayê ya nû (COVID-19) vedigerîne "tola xwedawendî" li dijî kesên ku xwedagiravî dewleta DAIŞê rûxandin.

Endamên DAIŞê çekên bêdeng amade dikin bo wan diterorkirinan de li Dêra Zorê bi kar bînin, li gorî Ebdulah. Ew herwiha mîn û bombeyan amade dikin bo wan li dijî QSD bi kar bînin.

"Gefeke li dijî xelkê"

Ebdulah teqez kir ku dîmenê kuştinê berberî û hovîtîya DAIŞê ya li dijî sivîlên li dijî wê nîşan dide.

Wî got ku ev yek him redkirina xelkê Dêra Zorê ya bi yekcarî ji DAIŞê re û him rewatîya vê helwestê teq dike û nîşan dide ku ew vekirî ne bi QSD û hevpeymanîya navdewletî re hevahengîyê bikin, ên ku şer dikin bo nehêlin careke din DAIŞ serê xwe hilde.

Ebdulah daxuyand ku şênîyên xwecihî bi awayekî bilez hêzên ewlekarîyê ji reftar û tevgerên cihê gumanê agahdar dikin. Lewra ev vîdyo gefek ji xelkê Dêra Zorê re ye.

Ligel gefxwarina li sivîlan, DAIŞ herwiha di vê vîdyoyê de hewl dide ku xesarên xwe yên di dema dawî de veşêre, xesarên ku di pêngavên ku QSD vê dawîyê pêk anîn de, gihane wê.

Ebdulah got ku bi dehan endamên DAIŞê hatine kuştin û girtin, û dest li ser qasên mezin ji çek, cebilxane û teqemenîyan hat danîn.

Cotkarekî ji Dêra Zorê bi navê Ebdul Kafî Hecî Ehmed got ku ev vîdyo tawankarîya rêxistinê û reftarên wê li hember kesên wê qebûl nakin nîşan dide.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir ku bi rêya vê vîdyoya herî dawî, rêxistin xwe bi pêkanîna tawanên pir mezin sûcdar dike û teqezî li ser tawankarîya îdyolojîya xwe ya çewt dike.

"Kabûsekî reş"

"Tevî dîmenên hovane, vîdyo dê palderekî din bide xelkê Dêra Zorê ku berdewam bin di redkirina DAIŞê, endam û şanên wê yên razayî de û heta di redkirina dilsozên wê de jî," Hecî Ehmed got.

Wî dîyar ku ku şênîyên Dêra Zorê bi temamî bizdîyan dema ku DAŞê dever kontrol kir, û ew pêbend in ku rênedin ku rêxistin careke din bi her awayî venegere.

Ew nikarin jibîr bikin ku DAIŞê bi sedên kesan kuştine -- di nav debi sedên endamên êla Şiêtat -- û wê hemû hûrgilîyên civakê kontrol kiribûn.

Hecî Ehmed got ku rêxistin dixwaze ku îdyolojîya xwe ya çewt bi darê zorê belav bike.

Hecî Ehmed got ku ew li parêzgeha Dêra Zorê bû dema ew li jêr kontrola DAIŞê bû, û wiha ew dem wesif kir, "ew kabûseke tehl bû ku kesî qet bawer nedikir bi dawî were".

Wî got ku şirovekirina rêxistinê ji belaya vayrûsa Koronayê re weke "tola xwedawendî" tiştekî ne cihê matmayîyê ye, û ew belgeyeke baş e li ser şiroveya wan a çewt re ji fermanên Îslamê re.

"Cihê kenînê ye ku vîdyo dibêje ku vayrûsa Koronayê belayeke ji ba Xweda weke cezayê li hember qebûlnekirina DAIŞê," Mazin Xelef, xwedanê firoşgeheke amûrên kehrebeyê li Dêra Zorê, wiha got.

Wî teqez kir ku ev dîtin bi temamî ligel rêbaz û wateya Îslamê ne hevkok e, û teqez kir ku heta aniha rêxistin bi xelkê vê herêmê danûstanê dike weke ku ew nexwende û nezan bin.

"Ew berdewam e di belavkirina derew û afsaneyan de, ew jî bi tenê cihê tinazîya xelkê bû dema ku vîdyo belav bû," wî got.

Wî got ku hîn rêxistin hewl dide nîşan bide ku ew berevana Îslamê ye, "di demekê de ku ew ne tişteke ji bilî komeke tawankaran ku fêr bûne xwînê birjînin bo kontrola xwe li ser civakê ferz bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500