Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Dîmeneke vîdyo ya DAIŞê dîyar dike ku hîn pêwîstîya Îraqê bi amadebaşî û piştgirîyê heye

Hesen Obêdî li Bexdayê

Hêzên ewlekarî yên Îraqî pagerekê li Girava Remadîyê di nîvê Gulanê de pêk tînin. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Hevbeş a Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî pagerekê li Girava Remadîyê di nîvê Gulanê de pêk tînin. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Hevbeş a Îraqî hatiye wergirtin]

Di nîvê Gulanê de, vîdyoyeke dirêj ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) amade kiribû hêdî hêdî li ser platformên tundrewan di mîdyaya civakî de hatin belavkirin.

Vîdyoya 50-deqe, bi sernavê "Li Sukurên Wan Bixin", ji çend klîpan pêk tê ku ew çend êrîşên ku endamên DAIŞê di heftîyên borî de pêk anîne nîşan didin.

Ew bi dehan endamên DAIŞê nîşan dide dema ku ew dilsozîya xwe ji rêberê nû yê rêxistinêEbû Îbrahîim Haşemî el-Qureşî re angaşt dikin, û gefê dikin ku ew dê "êrîşên berdewam" li Îraqê pêk bînin.

Ew herwiha kuştina hinek şervanên êlan li bakur û rojavayê Îraqî nîşan dide, û ew wan weke "kafir" bi nav dikin ji ber alîkarîya wan ji hêzên Îraqî re di dema operasyonên rizgarkirinê de yên ku di salên 2016 û 2017an hatibûn pêkanîn.

Endamên hêzên Îraqî amadekarîya xwe dikin bo pêkanîna pagerekê li Girava Remadîyê di nîvê Gulanê de. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Hevbeş a Îraqî hatiye wergirtin]

Endamên hêzên Îraqî amadekarîya xwe dikin bo pêkanîna pagerekê li Girava Remadîyê di nîvê Gulanê de. [Wêne ji Fermandarîya Hêzên Hevbeş a Îraqî hatiye wergirtin]

Herwiha dîmenên teqandina bombeyên bidestçêkirî, operasyonên segvanî û êrîşên çekdarî li dijî hêzên ewlekarî yên Îraqî, û sivîlên bi behaneyên cuda tên serjêkirin hebûn.

Herwiha dîmenên şewitandina zevîyên genim û baxçeyan li bakur û rojavayê Îraqê,teqandina burcên kehrebeyê û gulebarankirina dewaran nîşan didan.

Dîmena vîdyo dora 30 endamên maskdar ên DAIŞê nîşan dide, ew bi kesekî re rawestane ku zimanê wî nîşan dide ku ew Îraqî ye, ew gefa pêkanîna êrîşên terorî yên nû dike li cihê ku wî nav lê kir "Wîlayet el-Îraq".

Vîdyo rewşê şirove dike, şarezayê warê ewlehî yê Îraqî Fuad Elî ji Diyaruna re ragihand.

Ew dîyar dike ku hîn DAIŞ xeterîyê çê dike.

Elî daxuyand ku ew vîdyo dîyar dike ku hîn Îraq bi hewcedarî Hevpeymanîya Navdewletî ye, ji ber ku kêmkirin an bidawîkirina alîkarîya asmanî ya Amerîkayê û hevpeymanîyê tê wateya ku dê rêxistin karibe êrîşên ku bibin encama kuştina Îraqîyên bêsûc pêk bîne.

Planên ewlehî û hevahengî

Elî da zanîn ku Hevpeymanîya Navdewletî koleçana asmanî ya berdewam a deverên biyabanî û çiyayê dabîn dike, deverên ku tê payîn ku ew penagehên ewleh in ji bermahîyên DAIŞê re.

Hevdem, hêzên Îraqî berdewam in di bidestxistina pêşketinan dedi warê nehiştina bermahîyên DAIŞêli gelek deveran li welat, emîd Yehya Resûl, peyvdarê Wezareta Berevanîyê ragihand.

Ev hêz di rojên dawî de bi ser ketin di pûçkirina hejmarek ji şanên terorîst ên çalak, wî ji Diyaruna re dîyar kir.

"Vîdyo û daxuyanîyên DAIŞê bi giştî tu rastîyeke nû nedane pêş," wî got.

"Lewra em li gorî planên hewalgirî yên baş-dîrasekirî kar li ser jinavbirina yên mayî dikin," wî got, û ronî avêt ser hevahengîya berhemdar a bi Hevpeymanîya Navdewletî re ku rol di serketinên vê dawîyê yên li ser rêxitinê de gerand.

Resûl da zanîn ku di nav van hewlan debombebarankirina veşartgeh û çeperên DAIŞêli bakurê welat.

Zêdebûna êrîşên DAIŞê li Îraqê di dema dawî de, ku wan canê kesên bêsûc çinî, pêwîstîya Îraqê bi piştgirîyeke berdewam ji alîyê welatên hevpeyman ve nîşan dide, endamên parlemanê Îraqî Falih Îsawî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku di nav de endamên hevpeymanîya navdewletî, û bi taybetî Amerîka.

"Hewcedarî bi piştgirîyeke berdewam bo jinavbirina rêxistinê heye," û herwiha bo Îraq îdyolojîya wê ya ziyanbar ji nav bibe, wî wiha got û da zanîn ku "ev yek bi tenê pêkan e eger destê alîkarîyê ji Îraqê re were dirêjkirin".

Vîdyoya nû ya DAIŞê "li ser bingeha hêstîrya tolhildanê ne", pispor di karûbarên Îraqî de Ehmed Hemdanî ji Diyaruna re ragihand.

Vîdyo "bi awayekî zelal nîşan dide ku rêxistin ji ramana 'dewleta Îslamî' ya ku wê di sala 2014an de qala wê dikir dûr ketîye, û êdî ew komeke ku kuştin, dizîyê û şewitandina zevîyên xelkê dike", wî got.

Vîdyo nîşan dide ku "çêlek û kerîyên pez gulebaran dikin, bi behaneya ku xwedanên wan alîkarîya hêzên Îraqî dikin", wî daxuyand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500