Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanî bingeha serbazî ya Besmayayê radestî hêzên Îraqî dike

Xalid Taî

Efserên artêşa Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî di merasimeke radestkirinê de beşdar dibin li baregeha serbazî ya Besmayayê di 25ê Tîrmehê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Efserên artêşa Îraqî û yên hevpeymanîya navdewletî di merasimeke radestkirinê de beşdar dibin li baregeha serbazî ya Besmayayê di 25ê Tîrmehê de. [Wêne ji medyaya civakî hatiye wergirtin]

Hêzên hevpeymanîya navdewletî vê dawîyê, di merasîmeke fermî de, baregeheke serbazî ya rahînanê ku ji bo amadekirina hêzan dihat bikaranîn bo şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞê) radestî hêzên Îarqî kir.

Berpirsan ragihand ku Radestkirina baregeha Besmayayê roja 25ê Tîrmehê, ya ku dora 60 kîlometran li başûrê Bexdayê ye, tê wateya ku efserên Îraqî yên ji alîyê pisporên hevpeymanîya navdewletî ve hatin rahînankirin aniha dikarin bi xwe karmendên polîs û artêşa Îraqî rahînan bikin.

Wî anî ziman ku ev yek avakirina şîyana domdar a karmendên Îraqî misoger dike.

Radestkirin "gaveke erênî ye ku nîşan dide êdî hêzên me asteke baş ji pêşketinê bi dest xistine, bi saya hevkarîya bi hêzên hevpeymanîyê re", peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî got.

Şêwirmendek ji Pasvanê Berevanîya Sivîl a Spanyolî merasîmeke derçûna hêzên Îraqî amade dibe li baregeha Besmayayê di 31ê Kanûna Duyem a sala 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Şêwirmendek ji Pasvanê Berevanîya Sivîl a Spanyolî merasîmeke derçûna hêzên Îraqî amade dibe li baregeha Besmayayê di 31ê Kanûna Duyem a sala 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatiye wergirtin]

Nêzî 50,000 karmendên artêşa Îraqî Pasvanên Sînor û polîsê federal rahînan wergirt li Besmayayê di van çend salên bûrî de, wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hevparên hevpeymanîya navdewletî li baregehê misyona spartî wan pêk anî û aniha "ji rahênerên Îraqî tê xwestin ku xebatan bi rê ve bibin da ku şîyana hêzên mayî baş bikin".

"Karê me bi hevpeymanîyê re dê bi dawî nebe," Xefacî got û teqez kir ku hevkarî dê berdewam be di şerê li dijî terorîzmê de.

Hin cihên hevûeymanîyê yên din dê bo hêzên Îraqî werin radestkirin "di pêşeroja nêz de".

Besmaya hat berfirekirin

Xefacî teqez kir ku hêzên Spanyolî û Burtuxalî roleke pêşeng gerandin di pêkanîna rahînan de li baregeha Besmayayê

Wî eşkere kir ku wan baregeh berfireh kir bi rêya "avakirina refan, leşkergehan, qadên gullebarandinê û cihên rahînankirina şerê bajaran de bi lêçûneke tam ku giha 4 milyon dolar".

Besmaya baregeha heftemîn e ku ji alîyê hêzên hevpeymanîya navdewletî ve hat bikarnaîn ku vê salê bo hêzên Îarqî hat rguheztin, dema ku ya dawî gelekî serbixwe bû di pêkanîna operasyonên serbazî li dijî DAIŞê.

Amerîkayê bi milyon dolarî beşdar bû bo dabînkirina Besmayayê bi enerjî û peydakirina pêdivyên parastinê, li gorî daxuyanîya hevpeymanîyê.

Li gorî cîgirê fermandarîyê hevpeymanîyê bo kar û barên stratejî, lîwa Gerald Strickland, radestkirina Besmayayê "beşek ji hevkarîya berdewam e di navbera hêzên ewlekarî yê Îraqî û hevpeymanîya navdewletî de ye", daxuyanîyê got.

Hêzên Îraqî yên li Besmayayê rahînan bûn "girîng bûn di rizgarkirina Mûsilê de berî sê salan", wî got û anî ziman ku baregeh "weke mînakeke birqok e ji şîyana serbazî ya Îraqî re".

Hevpeymanîyê piştgirîya pêşxistina vê sazîyê kir, vê yekê hişt ku artêşa Îraqî karibe ku hêzeke dikare bermayîyên DAIŞê tine bike kereste bike, Strickland got.

Di heman daxuyanîyê de, eqîd Leopoldo Ramirez, nûnerê neteweyî yê hevpeymanîyê ji alîyê Spanyayê ve, got ku korsên rahînankirina rahêran "heta asteke bilind serketî bûn di avakirina pêşerojeke domdar bo programa rahînanê ya ku Îraqî bi rê ve dibin".

Wî got ku zêdeyî 5,000 leşkerên Spanyolî di 12 geran de li Besmayayê xizmet kirin.

"Dibe ku ew gelekî serbilind bin ku hevparên wan ên Îraqî baregek bi temamî kontrol kir û dikarin bi awayekî serbixwe kar bikin bo pêşerojeke ewle û seqamgîr ji Îarqê re," wî anî ziman.

''Nîşaneke dîyar ji pêşketinê re''

Hêzên Îraqî amade ne ku Besmayayê kontrol bikin û dikarin bi awayekî serbixwe programên rahînanê bi cih bînin, parlementerê Îraqî Bedr Ziyadî, endamê komîteya berevanîyê û ya ewlekarîyê ya parlemanê, got.

Gelek efser û leşkerên ezmûndar ên Îraqî rahînan li sser destê hêzên hevpeymanîya navdewletî li Besmayayê wergirtin, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî teqez kir ku radestkirina bingeha serbazî "nîşaneke xuyayî ya pêşketina di bunyad û karînên hêzên me de ye", û da zanîn ku hêzên Îraqî amade ne ku erkên ewlehî û nûavakirinê bigirin ser milê xwe.

Hêzên hevpeymanîyê li du serbazgehan mane: Eyn Esed li Enbarê û Kampa Herîrê li Hewlêrê, xebîrê hewalgirî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku bi alîkarîya hevpeymanîyê, hêzên Îraqî ezmûndarîyeke mezin di cenga bajaran de, xelaskirina sivîlan û bikaranîna çekên sivik û giran, û herwiha dabînkirina tedawîya bingehîn ji birîndaran re bi dest xistine.

Ev zîrekîyên serbazî "faktorekî girîng bûn di serkeftina li hember dijmin de hat pêkanîn û herwiha di encamên erênî de di pêvajoya têkbirina karînên wan û şiyana kontrolkirina zevîyan de", wî daxuyand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500