Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rahînanên Hevpeymanîyê piştgirîya hêzên Îraqî di şerê DAIŞê de dikin

Xalid Ta'î

Şêwirmendekî Hevpeymanîya Navdewletî leşkerên Îraqî li ser nîşanbazîyê rahînan dikin, di 12ê Sibata 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şêwirmendekî Hevpeymanîya Navdewletî leşkerên Îraqî li ser nîşanbazîyê rahînan dikin, di 12ê Sibata 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Piştî piştgirîkirina cenga Îraqê bo têkbirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Hevpeymanîya Navdewletî aniha roleke girîng di rahînankirina hêzên Îraqî de bo ew pêşengîya xebatên nehiştina bermahîyên rêxistinê bikin, berpirsekî û şirovekaran ji Diyaruna re ragihand.

Hevpeymanîyê vê dawî ragihand ku wê 240,000 şervanên artêş, polîs û êlên Îraqî, ligel hêzên Pêşmerge rahînan kirine, ku wan rahînan li ser destê şêwirmendê hevpeymanîyê di heyama çend salan de dîtine.

Ev 47,000 şervanên ku li bingeha Tacî ya li bakurê Bexdayî hatin rahînankirin dihundirînin, wê di daxuyanîyekê de roja 28ê Tebaxê ragihand, pênc rojan piştîradestkirina bingehê ji artêşa Îraqî re.

Rahînanê hişt ku hêzên Îraqî ezmûnê wergirin û amadebaşî û karîna xwe ya pêkanîna misyonên ewlehî bilind bikin.

Polîsê Federal ê Îraqî rahînanekê li bingeha Besmayayê li başûrê Bexdayê pêk tînin, bi beşdarîya rahînerên Hevpeymanîya Navdewletî di 24ê Îlona 2019an de. [Wêne ji Operasyona Yekalîkirina Bingehîn hatiye wergirtin]

Polîsê Federal ê Îraqî rahînanekê li bingeha Besmayayê li başûrê Bexdayê pêk tînin, bi beşdarîya rahînerên Hevpeymanîya Navdewletî di 24ê Îlona 2019an de. [Wêne ji Operasyona Yekalîkirina Bingehîn hatiye wergirtin]

"Hevpeymanî li ser bingeha dawakarîyeke hikûmeta Îraqî bo civaka navdewletî bo alîkarîkirin di têkbirina DAIŞê de hat damezrandin -- ku rêxistinê di sala 2014an de dest danî ser sêyeka xaka Îraqê," lîwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ragihand.

"Di dema şer de, hevpeymanîyê sergirtina asmanî, rahînan û çek ji hêzên me re dabîn dikirin bo em karibin rûbirûyî terorîstan bibin," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Rahînan berdewam bûn piştî ku şer bi dawî bû û me serwerîya xwe li ser xaka xwe sepand jî," wî got, û da zanîn ku ew gelek fewcên serbazî didin ber xwe, di nav de topxane, yekîneyên zirxî, piyade, operasyonên taybet, endazyarîya mîkanîkî, hewlgirî û bijîşkî.

Xefacî got ku hêzên Îraqî zîrekîyên şerkirinê yên girîng bi saya van rahînanan bi dest xistine, "Îroj, leşkerên me bêhtir ezmûndar in di şerê terorîstan de."

Hevpeymanî, bi rêya rêkeftineke pêşwext bi hikûmetê re, heştbaregehên serbazî radestî Îraqê kirin di çarçoveya xebatên wê yên kêmkirina hêzan li welat de.

Xefacî got ku ew berdewam e di xebatên rahînanê, dabînkirina piştgirîya asmanî û koleçanê û pevguhertina agahîyên hewlagirî ligel hêzên Îraqî de, weke nîşaneke "kûrahîya hevkarîya di navbera her du alîyan de û pêbendîya navdewletî ya li hember Îraqê".

Gefa DAIŞê berdewam e

Hevpeymanîyê alav û otombîlên serbazî ji Îraqê re dabîn kirine û alîkarî di firehkirin û pêşxistina baregehên serbazî de kiriye, şirovekarê siyasî Mahir Ebid Coda ji Diyaruna re ragihand.

Wî teqez kir ku êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê pir girîng in di berdewmkirina şerê li dijî DAIŞê de.

Wî got ku DAIŞ hîn gefekê çê dike û hîn hebûna wê heye, û bal kişand ser êrîşên terorî yên ku rêxistinê vê dawîyê pêk anîne.

Coda teqez kir ku divê hêzên Îraqî hevahengîyê bi Hevpeymanîya Navdewletî re bikin heta ku DAIŞ bi temamî ji nav bibin.

Şirovekarê siyasî Esîr Şarî hevbîr e ku hîn paşmahî û xanên razayî yên DAIŞê gefekê çê dikin, lê wî got ku ew ji karîna hêzên Îraqî ya bidawîkriina vê gefê piştrast e.

"Karînên berevanî û cengawerî yên hêzên me di salên borî de baş pêş ketine, û ew êdî xwedan karînên pir astbilind in di warê pêkanîna operasyonên serbazî û ewlehî de di jîngehên pir aloz û tevlîhev de," wî ji Diyaruna re ragihand.

Belgehên vê yekê jî operasyonênkoleçanê bi kuwalîta yên hêzên Îraqî ne û herwiha dîtin û armanckirina cihên dijmin ên li zevîyên çandinîyê û biyabanê ne.

"Em piştrast in ku terorîstên mayî dê nikaribin ku li hember operasyonên berfireh ên hêzên me xwe bigirin," Şarî teqez kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Cebar Bedrî.

BERSIV BIDE