Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 7 paşmahîyên DAIŞê li Nînewayê digirin

Xalid Taî

Hêzên Ajansa Dijî-Terorîzm ên Îraqî 31ê Tîrmehê paşmahîyekî DAIŞê weke beşekî operasyoneke ewlehî li Mûsilê girt. [Wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansa Dijî-Terorîzm ên Îraqî 31ê Tîrmehê paşmahîyekî DAIŞê weke beşekî operasyoneke ewlehî li Mûsilê girt. [Wêne ji Ajansa Dijî-Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (3yê Tebaxê) heft endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê girtin, Wezareta Hundir ragihand.

Wezaretê di daxuyanîyekê de got ku yekîneyên hewlagirî û dijî-terorîzmê "şeş endamên DAIŞê li deverên cuda yên parêzgeha Nînewayê gitin, ku bo dadgehê xwestî bûn li jêr Qanûna Dijî-Terorîzmê ya Îraqî".

Du ji wan di "Lîwaya Sarim Betar" de li jêr navên sextê Ehmed û Husên kar dikirin; "Ebû Obêda" li "kampên serbazî yên giştî" yên DAIŞê kar dikir"; û "Ebû Tebarik" di nava refên "yekîneya Eyn Calût" de şer dikir.

Girtîyekî din bi navê Mihemed li "Kampa Merwan" kar dikir û "Ebû Selah" weke endamekî DAIŞê yê "Wîlayeta Nînewayê" dixebitî.

Hêzên Îraqî 16ê Nîsanê êrîşek bir ser veşartgeheke DAIŞê li başûrê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 16ê Nîsanê êrîşek bir ser veşartgeheke DAIŞê li başûrê parêzgeha Nînewayê. [Wêne ji Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Daxuyanîyê anî ziman ku herşeş girtî tilîya wan di êrîşên li dijî sivîl û hêzên ewlekarîyê yên heyama kontrolkirina DAIŞê ya Nînewayê de hene.

Polîsê Nînewayê û ajansên hewalgirîyê Duşemî herwiha endamekî DAIŞê li devera Obûr li rojavayê Mûsilê jî girt, serokê Polîsê Nînewayê emîd Leys Xelîl Hemdanî got.

Wî anî ziman ku yê çekdar berpirsê veguhestina alav û pêdivîyan bo kampên DAIŞê di heyama kontrolkirina rêxistinê de bû.

Operasyonên bi kalîte

Girtinên dawî di encama xebatên hevbeş de yên hêzên ewlekarîyê û tîmên hewalgirîyê da çekdarên DAIŞê yên berê bigirin hatin, Binyan Cerba, yê di komîteya encumena ewlekarîyê ya parêzgeha Nînewayê de kar dike got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku ev operasyonên bi kalîte komkirina agahîne deqîq û pêkanîna rêkarine berfireh dixwazin da veşartgehên terorîstan li deverên tijexelk an ên dûr werin vedîtin.

Cerba da zanîn ku jêhatîyên başkirî yên hêzên Îraqî û xebatên wan bo avakirina bawerîyê bi niştecihan re "ew hinek hêmanên sereke yên li paş rakirina paşmahîyên DAIŞê ji kokê ve ne".

Wî dîyar kir ku di dema hevdîtinên dorveger ên navbera encumena parêzgeha Nînewayê û serkirdeyên ewlekarîyê de, hertim kesên beşdar balê dikişînin ser girîngîya handana welatîyan ku derbarê terorîstan de agahîyan bidin û xurtkirina ewlehîyê bi rêya teknolojyaya pêşketî.

Cerba dîyar kir ku ewlehîya li ser sînorê Sûrîyayê dimîne mijara sereke ya giftûgoyê di van hevdîtinan de.

Wî got "em hertim dubare dikin ku asêkirin sînor û kontrolkirina deverên nêzî wê tiştekî pir pêwîst e bo misoger bibe ku dê terorîst careke din nikaribin lingê xwe radin".

"Îro roj sînor bêhtir ewle ne û rêkarên hîna hişktir li wir hene," wî got, "taybet li deverên sînorî li navçeya Şengal û Rebiya, ku berê gelek hewldanên derbaskirinê li wan çêbûn di rêya korîdor û rêyên razî re".

Hêzên ewlekarîyê û yên hewalgirîyê Yekşemê komeke malbatên çekdarên DAIŞê girtin ku hewl didan ji Sûrîyayê birevin gundên Îraqî yên li nêzî bajarokê Rebiya li rojavayê Nînewayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500