Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî şanek duriskirina nasnameyên sexte bo paşmahîyên DAIŞê têk dibin

Xalid Ta'î

Hêzên ewlekarîyê yên Nînewayê di Kanûna Duyema 2017an de şanek girtin ku belgeyên fermî bo "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sexte dikirin. [Wêne ji Ajansa Ewlekarîya Niştîmanî hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Nînewayê di Kanûna Duyema 2017an de şanek girtin ku belgeyên fermî bo "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sexte dikirin. [Wêne ji Ajansa Ewlekarîya Niştîmanî hatiye wergirtin]

Hewalgirîya Federal û Ajansa Lêpirsînanê yên Îraqî Sêşemê (2yê Cotmehê) endamine şanekê girtin ku berpirsa sextekirina belgeyên fermî bo paşmahîyên DAIŞê li parêzgeha Nînewayê bû, Wezareta Hundir ragihand.

Hêzek taybet ji hewalgirîya wezaretê û ji Birêveberîya Ajansa Dijî Terorê li Nînewayê sê endamên şanekê girtin di êrîşekê de li ser veşartgeha wan li Mûsilê piştî wergirtina agahîne hewalgirî ji hêla niştecihan ve.

Wezaretê got ku hêzê 750 nimûneyên vala yên nasnameyên fermî, nasnameyên kesayetî, belgeyên niştecihbûnê û bawernameyên niştîmanî dîtin.

Wezaretê ragihand jî ku 67 nimûneyên fosfor û qalibên fosforê, herwiha amûr û alavên ku di sextekirina belgeyan de bi kar tên hatin dîtin.

Endamên şanê mukur hatin bi sextekirina belgeyên fermî bo endamên DAIŞê daku alîkarîya wan di veşartina nasnameyên wan yên rastîn de bikin û neyên girtin ji hêla hêzên ewlekarîyê, wezaretê daxuyand.

"Nîşanderekî erênî yê haydarîyê"

Endamê komîteya encumena ewlehîyê ya parêzgeha Nînewayê, Binyan Cebra, pesnê xebatên hêzên ewlekarîyê û ajansên hewalgirîyê da di têkbirina şanê de.

"Ev xebateke mezin e û nîşankereke erênî ye ya hişyarîya hêzên me di lipeyketina endamên terorîst û kesên ku alîkarîya wan dikin da ji cezayê bifilitin," Cebra wisa ji Diyaruna re got.

Cebra ragihand ku "terorîst çi bi dest wan derdikevin dikin daku dûrî destên hêzên ewlekarîyê û ajansên hewalgirîyê bimînin," û da zanîn jî ku sefer bi nasnameyên sexte yek ji tektîkên ku paşmahîyên DAIŞê bi kar tînin daku kifş nebin û bi serbestî tevbigerin.

Girtina dawîn diyar dike ku çalakîya terorî "hîn bi dawî nebûye," Cebra got, "ev yek dihêle em carek din doza girankirina karê hewalgirî bikin bo têkbirina çi çalakîyên terorîst an hewldanên derbasbûna bajarên me û gefan li ewlehî û saxlemîya welatîyên me bixwin."

Cerba teqez kir ku "rewşa ewlehî îroj li Mûsil û beşin ji Nînewayê baş e," û da zanîn jî ku ev encama "xebatên ne asayî ne" yên ku hêzên ewlekarîyê pêk tînin daku ewlehîyê xurt bikin û planên terorîst kifş bikin.

Tevî wilo, wî banga xwe ya piştgirîkirina hêzên ewlekarîyê li Nînewayê bi hêza kardestî û amûran nû kir.

"Berpirsîyarîyên mezin tên ser milên van hêzan gava ku ew baş bi erkê xwe ve radibin," Cebra anî ziman, "lê belê divê xurtkirine bêhtir werbigirin û divê bi çekên pêşketî amade bin heta bikarin bi hemû şiyanên xwe parêzgehê biparêzin."

Tu vê mijarê diecibînî?

7 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi saya Xwedê, hûn bi ser ketin gava we sextekarên bazargeha Miraydîyê girtin! Sextekar li kolanê rûdinên û hêzên ewlekarîyê li rex wan in.

BERSIV BIDE

Ma Xwedê ku hûn bi ser bikevin, lehengino!

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li we be, lehengên Îraqê!

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li artêş, Heşda Şaebî û hemû komên Îraqî yên niştimanî be! Belê,belê Îarq û na ji terorîzm û tundîyê re.

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li we be, lehengên hêzên me yên ewlekarîyê! Şerm û rûreşî ji berazên DAIŞê re.

BERSIV BIDE

Bereketa Xwedê li we be û Xwedê we biparêze!

BERSIV BIDE

Xwedê ked û xebatên hemû şaxên hêzên ewlekarîya me pîroz bike! Ji serkeftinekê bo serkeftineke din, bi hêvîya Xwedê!

BERSIV BIDE