Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Enbar dest bi derxistina nasnameyên niştîmanî dike

Sêf Ehmed li Enbarê

Yekemîn navenda Enbarê bo derxistina nasnameyên nû vê dawî hatiye vekirin li rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Felûcayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Yekemîn navenda Enbarê bo derxistina nasnameyên nû vê dawî hatiye vekirin li rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Felûcayê. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Enbarê vê dawîyê yekemîn sentera xwe ya bo derxistina nasnameyên nû yên niştîmanî vekir li rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Felûcayê.

Berî vekirinê, ofîs hatin damezrandin û bi alav û pergalên pêwîst hat zêdekirin, û hejmarek ji efseran rehînan li ser derxistina kardên wekhev dîtin.

Ev yek dê misoger bike ku dê kard li ser bingeha datayên kesane yên di databêzê de hatine barkirin bên derxistin, emîd Emir Mihemed Dulêmî, birêveberê rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Enbarê ragihand.

"Derxistina karda niştîmanî bo şênîyên Felûcayê dê alîkarîyê bike di çareserkirina problema hevşêweyîya navên şênîyan, û dê hejmara belgeyên nasnameya kesane kêm bike," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Efser û karmendên navenda derxistina nasnameyên niştîmanî yên nû li rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl rahînanê werdigrin têkildarî dayîna kardên nû. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Efser û karmendên navenda derxistina nasnameyên niştîmanî yên nû li rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl rahînanê werdigrin têkildarî dayîna kardên nû. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Wî got ku karda nû bi belgeyên nasnameyên û kaxezên kesane hatin guhertin û ew kard agahîyên kesan dihundirîne, di nav de pencemohr û skanên toreya çav.

"Stafê Nasnameyê û Karûbarên Sivîl a Felûcayê dest pê kiriye nasnameyan werdigre û kardên niştîmanî dide li gor lîsteyeke alfebayî û numerayên tomarkirina li ba rêvebrîya nasnameyê," wî got.

Wî da zanîn ku hemû karîn di tevgerê de ne bo piştrastbûn ku şênîyên Enbarê dê rastî dereng nemînin ji sozên xwe yên bi birêveberîyê re.

"Destketîyeke mezin ji parêzgehê re"

"Vekirina sentera karda kesane ya niştîmanî li bajêr destkeftîyeke mezin ji Enbarê re," eqîd Mihemed Cumêlî, birêveberê rêveberîya nasnameyê li Felûcayê ragihand.

Ev nîşaneke ku jîna normal bûye li parêzgehê ji dema rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û vegera bêwaran, wî ji Diyaruna re got.

"Hemû hejmarên fermî, navnivîsîn û belgeyên birêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Felûcayê ji têkbirinê û destkarîyê hatibûn parastin" di serdema DAIŞê de, wî got.

DAIŞê nikarî van belgeyan bibîne, "ji ber ku ew bo cihekî ewleh hatin veguhestin berî ku rêxistin bajar kontrol bike", wî got.

"Kadroyên birêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Felûcayê, di nav de efser û karmend, berî sê heftîya hatin perwerdekirin li ser çawanîya derxistina kardên kesanê yên niştîmanî û çawanîya derbaskirina datayan û agahîyan di sîstema kompyûter de," Cumêlî got.

Wî got ku ev yek têkildarî sîstema serekî li Remadî û Bexdayê ye, û da zanîn piştî ku daxwazname tê pêşkêşkirin, divê kard di nava 10 rojan de were dayîn.

Wî da zanîn ku karda nû navê helgir, dîroka rojbûnê, cihê niştecihbûnê, pencemohr û skanên toreya çav û agahîne pêwîst ên din dihundirîne li gor birêveberîyên hikûmetê ewlekarîyê li Enbar û Îraqê.

"Xizmetguzarîyeke pêşketî û nûjen"

"Felûca yek ji bajarên mezin e li Enbarê û xwedane nifûseke ku bi sebatî her sal zêde dibe ye," şaredarê Felûcayê Îsa Sayir ji Diyaruna re got.

"Vekirina sentera kardên kesane yên niştîmanî dê alîkarîyê bike di dabînkirina xizmetguzarîyeke nûjen û pêşketî ji xelkê re," wî got.

"Qonaxa bê dê vekirina senterên kardên niştîmanî yên nû li navçeyên Kerma, Seqlawiyayê û Amiriyayê bibîne bo sivikirina zexta li ser rêveberîya Nasnameyê û Karûbarên Sivîl li Felûcayê," wî got.

Wî da zanîn ku Felûca herwiha bi hewcedarê ofîsên birêveberîya pasportan e.

Wî da zanîn ku di dawî de, hikûmeta xwecihî ya bajar daxwaznameyeke fermî arasteya parêzgarê Enbarê kir û desthilatdarî agahdar kirin ku divê were piştrastkirin ku dê welatî dereng nemînin di navnivîsîna bo pasportê de li Enbarê.

"Kardên kesane yên ku hejmareke mezin ji welatîyan wan werdigre pir kevin in," şênîyekî Felûcayê bi navê Adil Selah ji Diyaruna re got, û bal kişand ku karda nû biçûktir e û agahîyên bêhtir dihundirîne.

Dîqeta bêhtir û kêmtir bîrokrasî

"Kêşeya navên wekhev ligel hebûna kesên tên xwestin pir aloz e ji ber ku bi tenê navê sêyanî di karda nanameyê ya kevin de tê bikaranîn û di gelek belgehên kesane de paşnav tune ye," Selah got.

Wî da zanîn ku çareserî Karda nasnameyê ya yekgirtî dike bingeh, û dê hemû agahîyên kesane hilgire û wiha dê kêşeya navên wekhev çareser bike.

Her welatîyekî xwedan çar corên belgeyên kesane ye: Karda nasnameyê, bawernameya welatîbûnê, karda vehewanê û karda temwînê, mamostayekî ji Felûcayê bi navê Hena Îyad wiha got.

Qedandina rêkarên kaxezî ji birêveberîyên hikûmetê re bo van hemû kardan "bargiranîyeke li ser fermanberan û welatîyan, û dê karda nû dawîyêekê ji vê problemê re deyne", wê ji Diyaruna re got.

"Em hêvî dikin ku dê hikûmeta Enbarê xizmetguzarîyên bêhtir dabîn bike, nexasim damezrandina ofîseke din bo derxsitina nasnameyênan û vekirina ofîseke bawernameyên ajokarîyê li Felûcayê," wê got.

Ev xizmetguzarî aniha bi tenê li ofîsa li navçeya Kîlo-7 li rojavayê Remadî berdest e, û lewra dem û kedeke mezin lazim e bo mirov ji deverên dûr bigihêje wir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500