Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Qaanî vekirina kampeke serbazî ya nû ya Pasdaran li Elbu Kemalê amade dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Otombîl li navendeke milîsên girêdayî Îranê li gundewarê Elbu Kemalê tên dîtin. [Wêne ji Sada al-Sharqiyya hatiye wergirtin]

Otombîl li navendeke milîsên girêdayî Îranê li gundewarê Elbu Kemalê tên dîtin. [Wêne ji Sada al-Sharqiyya hatiye wergirtin]

Generalê Îranê yê payebilind Smaîl Qaanî, fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) berî çend rojan serdana bajarokê Elbu Kemalê yê Sûrîyayê kir, çalakgerekî herêmî û raportine medyayî ragihand.

Hevdem ligel serdana wî, Pasdaran kampeke serbazî nû ya rahînanê li gundewarê Dêra Zorê vekir, çalakger Cemîl Ebid Sêşemê (30 Hezîranê) ji Diyaruna re ragihand.

Li gorî ajansa Reuters a nûçeyan, ajansa Îranî Tesnîm a nîv-fermî Şemîyê ragihad ku Qaanî serdana Elbu Kemalê kir, lê paşê raport bêyî ti sedeman destnîşan bike, sîl kir.

Ebid anî ziman ku devera stratejîk, li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê li nêzî sînorê bi Îraqê re, li beramberî bajarokê Qayîmê yê Îraqî, ji alîyên Pasdaran û milîsên girêdayî wê ve tê kontrolkirin, ku baş xwe di amadebaşîyê de bû.

Fermandarê Feyleqê Qudsê Pasdaran Smaîl Qaanî ligel du rayedarên milîsên Feyleqê di serdana wî ya vê dawîyê ji Elbu Kemalê re tê xuyakirin.[Wêne ji Al-Alam hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Qudsê Pasdaran Smaîl Qaanî ligel du rayedarên milîsên Feyleqê di serdana wî ya vê dawîyê ji Elbu Kemalê re tê xuyakirin.[Wêne ji Al-Alam hatiye wergirtin]

Çekdarekî Lîwayê Zenûbîyûn a girêdayî Feyleqê ku wêneyekî fermandarê kuştî yê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî pê re ye tê xuyakirin. Lîwa li Dêra Zorê belav dibe. [Wêne ji Sada al-Sharqiyya hatiye wergirtin]

Çekdarekî Lîwayê Zenûbîyûn a girêdayî Feyleqê ku wêneyekî fermandarê kuştî yê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî pê re ye tê xuyakirin. Lîwa li Dêra Zorê belav dibe. [Wêne ji Sada al-Sharqiyya hatiye wergirtin]

AFP ragihand ku gelek êrîşên asmanî yên Îsraîl pê hat tawanbarkirin di dawîya heftîyê de dever kirin armanc.

Abid da zanîn ku kampa nû ya rahînanê ya Pasdaran bo tecnîdkirina ciwanên herêmê tarxankirî ye.

Wî anî ziman ku fermandarîya Pasdaran a li deverê vê dawîyê rê da bi dehan malbatên koçber ên ji Elbû Kemal û deverên wê yên hundirîn ku vegerin, lê bi mercê ku kesên dikarin çekê rakin tevlî milîsên Pasdaran bibin.

Wî got ku hinek malbatên vegerîyayî neçar man bi xizmên xwe re bimînin an malekê kirê bikin, ku malên wan li deverên di bin destê milîsan de ne, kesên nû tencnîdkirî jî li baregehên serbazî dimînin.

Abid destnîşan kir ku bi qedandina rahênana van kesan, dê li nava milîsên cihêreng ên girêdayî Pasdaran ên li herêmê belavbûyî werin belavkirin, taybet li deverên biyabanî, ku welatîyên Sûrî bo şerkirinê dudil bûn.

Abid dîyar kir ku endamtîya di nava refên milîsên girêdayî Pasdaran de kesên tencnîdkirî ji leşkerîya neçarî ya hêzên rejîma Sûrî efû dike, da zanîn jî ku ev kesên nû tencnîdkirî nasnameyên nû wergirtine da neyên girtin.

Wî got ku di heman demê de milîsên girêdayî Pasdaran karê xwe yê taybet jî bi wan dikin, ku kesên bi xebata li dijî Pasdaran û milîsan tên tawanbarkirin armanc dikin.

Abid anî ziman ku di heman demê de, Hizbullaha Libnanî kesin li nêzî bajarê Meyadên ê Dêra Zorê girtine, û motorê çi kesekî ku rêdaneke ewlehî taybet a milîsan hilnegire desteser dike.

Êrîşên asmanî cihên milîsan dikin armanc

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku Yekşemê êrîşên asmanî deverên milîsên girêdayî Îranê kirin armanc û neh çekdar kuştin, ku ev êrîşa duyemîn a bi vî rengî bû di nava 24 saetan de, Rewangehê da zanîn jî ku "dibe" Îsraîl li paş van êrîşan be.

Êrîşên ku li nêzî sînorê bi Îraqê re pêk hatin, piştî êrîşeke din a bi vî rengî bi çend saetan hat, di encamê de jî şeş çekarên din ên girêdayî Îranê li deverê hatin kuştin, bi vê jî hejmara giştî ya kuştîyan di nava 24 saetan de bû 15.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand ku çekdarên sibeha Yekşemê hatin kuştin piranîya wan welatîne Îraqî bûn, di nava her şeşên ku Şemîyê jî hatibûn kuştin de çar welatîyên Sûrî hebûn.

Li gorî Rewangehê, êrîşa Şemîyê piştî êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser parzêgeha Dêra Zorê û başûrê parêzgeha Swêdayê bi çend rojan hat, ku di encam de heft çekdar hatin kuştin, di nav de du leşkerên Sûrî hebûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500