Nûçeyên Iraqê
Civak

Îran bêdeng desthilatdarîya xwe li Elbû Kemalê berfireh dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nîşaneke pêşazîyê ya ku navê Navenda Çandî ya Îranî li ser e li ser dergehê mizgefteke berê li Elbû Kemalê hat hilawîstin. [Dîmenek ji vîdyoyekî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Nîşaneke pêşazîyê ya ku navê Navenda Çandî ya Îranî li ser e li ser dergehê mizgefteke berê li Elbû Kemalê hat hilawîstin. [Dîmenek ji vîdyoyekî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Nîşaneke din derbarê berfirehbûna desthilatdarîya Îranî li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûrîyayê tê pêş, ku yek ji mizgeftên Elbû Kemalê ya herî navdar bo huseynîyekê hat veguhertin.

Niştecîyên xwecihî li vê yekê dinêrin ku ew vexwedan e ji zêdebûna hebûna milîsên girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li parêzgeha Sûrî ya rojhilatî, çalakê Dêra Zorê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ew vê yekê dibînin weke beşekî ji hewldanekê da ku berdine niştecîyên xwecihî û taybetmendîya demografî, olî û civakî parêzgehê biguherin.

Wî got ku niştecîyên Elbû Kemalê veciniqîn dema wan dît ku "berî çend rojekê" huseynîyek hat vekirin li taxa Camîyatê, li şûn mizgefta Ebdil Rehman bin Ewf.

Endamên milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li pêşîya huseynîyeke nû li Elbû Kemalê bi cih bûne. [Dîmenek ji vîdyoyekî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Endamên milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran li pêşîya huseynîyeke nû li Elbû Kemalê bi cih bûne. [Dîmenek ji vîdyoyekî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Hecacîyên Îraqî, Sûrî û Îranî di şahîyekê de civiyane bi hilkeftna veguhertina mizgeftekê li Elbû Kemalê bo huseynîyekê. [Skrînşûteke ji vîdyoyekî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

Hecacîyên Îraqî, Sûrî û Îranî di şahîyekê de civiyane bi hilkeftna veguhertina mizgeftekê li Elbû Kemalê bo huseynîyekê. [Skrînşûteke ji vîdyoyekî li ser medyaya civakî hatiye belavkirin]

"Lê ti kes li Elbû Kemalê newêre devê xwe veke û nerazîbûnê li hember van kiraran eşkere bike," wî got, ji ber ew ji paşdedanên gengaz ên ji alîyê Feyleqê Pasdaran ditirsin.

Abid got, "Huseynîye gelekî ji alîyê milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran tê pasvanîkirin û ew dişibihe serbazgeheke serbazî bi ewlehîya gelek a li dora wê".

Wî got ku Alên Îranî û taifî û wêneyên serkirdeyên Îranî hatibûn hilawistin li dirêjahîya rêya diçe huseynîyê.

Ev yek taybetmendîyeke siyasî bêhtir ji taybetmendîyeke olî dide vê gavê.

Beşeke ji planeke berfirehtir

Abid daxuyand ku ev beşeke ji plana Feyleqê Pasdaran a berfirehtir bo guhertina taybetmendîya deverê ya civakî, demografî û ya olî.

Wî got ku belavbûna berfireh ya desthilatdarîya Îranî, di rêya huseynîye û navendên çandî, parçebûnê di nav Sûrîyan de berfireh dike.

Wî teqez kir ku Sûrî tu pirsgirêk ligel wan nîne derbarê cihêrengîya mezhebî û olî, ji bilî vê haleta ku nasnameyekê di ser a din re digirin, a ku li ser niştecîyên xwecihî tê sepandin ji alîyê Feyleqê Pasdaran ve -- ku hêzeke derveyî ye.

Wî da zanîn ku ji çaxê vekirina dergehê sînorî ya vê dawîyê bi Îraqê re, Feyleqê Pasdaran hejmarên zêde ji "hecacîyên" Îraqî û Îranî tîne.

Wî dîyar kir ku ev hecacî serdana cihên olî dikin li Nebî Eyn Elî û aniha huseynîya nû li Elbû Kemalê û behaneyekê dide Feyleqê Pasdaran ku milîsên xwe li deverê bihêle bi behaneya parastina cihên olî û hecacîyan.

Wî daxuyand ku ev yek heman rêbaz e ku Feyleqê Pasdaran bi kar anî di kembera li dora Şamêde, cihê ku ew hebûna xwe ya serbazî bi heman şêweyê xurt dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ma Îran ne hêjatir e ji Wehabî û Îsraiîlîyan ku xwedan hebûnek be?!

BERSIV BIDE