Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 3 endamên DAIŞê li Wadî Sersar li parêzgeha Selahedînê dikujin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî operasyonekê li deverên rojavayê Wadî Sersar pêk tînin da li veşartgehên paşmahîyên DAIŞê bigerin di 10ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonekê li deverên rojavayê Wadî Sersar pêk tînin da li veşartgehên paşmahîyên DAIŞê bigerin di 10ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Ewlekarîyê yên Îraqî sê paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di operasyoneke serbazî li Wadî Sersar de kuştin, peyvdarekî artêşa Îraqî Çarşemê (1ê Nîsanê) ji Diyaruna re ragihand.

Hêzên hevbeş ên Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, polîsê herêmî û Hêzên Heşda Şaebî, bi piştevanîya asmanî ya hêza asmanî ya Îraqî, Sêşemê operasyonek li dirêjahîya heft mihweran li Wadî Sersarê li rojavayê parêzgeha Selahedînê pêk anîn, peyvdarê fermandarîyê emîd Fîras Sebrî got.

Ev operasyon piştî wergirtina raportine hewalgirî ji fermandarîyê û agahîyin der barê tevgera DAIŞê li van deveran pêk hat.

Sebrî anî ziman "hêzên me pêngavine lêgerînê bo paşmahî û veşartgehên DAIŞê li deverên biyabanî ji rojhilatê Wadî Sersar, heta bi Girava Hetra li başûrê parêzgeha Nînewayê dan destpêkirin".

Fermandarine Îraqî asêgehên ewlehî li deverên rojavayê parêzgeha Selahedînê pişkinîn dikin, di vê wêneya ku di 9ê Sibata 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Fermandarine Îraqî asêgehên ewlehî li deverên rojavayê parêzgeha Selahedînê pişkinîn dikin, di vê wêneya ku di 9ê Sibata 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku di dema lêgerînê de, "pîkapeke biçûk a dijmin ku xwarina ziwa, derman û sotmenî bar dikirin, hat vedîtin", da zanîn jî artêşa Îraqî ew wêran kir û sê paşmahîyên di hundirê otombêlê de kuştin.

Hebûna DAIŞê ya "kêm"

Sebrî destnîşan kir ku operasyona yekrojê dirêj kir hişt "sê stargehên ku paşê hatine şewitandin werin vedîtin, û heyberên lojistîk ên di hundirê wan de werin wêrankirin".

Wî dîyar kir ku hebûna DAIŞê li Girava Sersar "kêm" e, ku "nikare tu gefeke mezin li ewlehîya giştî bixwe".

Sebrî da zanîn ku deverên li rojavayê Selahedînê baş parastî ne. "Hêzên me her erkên xwe yên ewlehî bi cih tînin da rê li ber terorîstan bigirin û wan yekser têk bibin".

Wî got, "em xebatine giran ên çavdêrîya asmanî û hewalgirî dikin da çi tevger û çalakîyeke ne asayî bişopînin û da yekser destwerdanê bo rûbirûbûba gefên terorîst bikin".

Sebirî got, "em weke komekê dixebitin, bi hevkarîya niştecihên herêmî, ku rêya veşartgehên terorîstan nîşanî me didin û destekê bo pêşgirtina komployên terorîstan didin," dîyar kir jî ku dê karê wan her berdewam bike heta bi temamî gefa DAIŞê bi dawî bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500