Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî rojavayê Selahedînê ji gefên DAIŞê diparêzin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî devera êrîşeke asmanî ya hevpeymana navdewletî taqî dike ku veşartgeheke DAIŞê di 28ê Îlonê de li girava Siniya kiribû aramnc, a li rojavayê parêzghea Selahedînê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermadarîya Operasyonên Selahedînê girava Siniya û deverên rojavayê yên mayî li dijî gefa paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) parastin, berpirsekî Îraqî ji Diyaruna got.

Vê dawîyê, fermandarîyê êrîşine hevaheng li dijî DAIŞê pêk anîn bi hevkarîya polîs, hêzên hewalgirîyê û artêşa Îraqî bi piştevanîya balafirên hevpeymana navdewletî, birêveberê navenda ragihandinê ya fermandarîyê emîd Fîras Beşar Sebrî anî zimên.

Wî got ku "êrîşên ku li ser bingeha agahîyên deqîq bûn, dawî li jîyana gelek terorîstan anî û baregehên wan di sektorên berpirsyartîya me de li girava Siniya û deverine din ên rojavayê Tekrîtê wêran kirin."

Sebrî dîyar kir ku êrîşa dawîn Şemîyê (28ê Îlonê) heşt paşmahîyên DAIŞê di êrîşeke hevpeymana navdewletî de kuştin ku her wiha çar veşartgeh li Siniya wêran kirin, yek ji wan dorpêçkirî bû.

Êrîşa li ser veşartgeha DAIŞê li rojavayê parêzgeha Selahedînê di dawîya hefteyê de heşt paşmahîyên DAIŞê kuştin û çar veşartgehên wan wêran kirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Rêber û kesayetine herêmî ji girava Tekrîtê, li rojavayê Selahedînê, li civînekê di 11ê Sibata 2018an de hazir bûbûn, da xurtkirina ewlehîyê li van deveran nîqaş bikin. [Wêne ji Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Sebrî anî zimên ku tevî vê yekê jî, wargeheke jêrzemînî li gel sê kamyonan hatin wêrankirin, di nav de kamyoneke mezin ku dorpêçkirî bû.

"Sektora berpirsyartîya me ji gefên terorîstan parastî ye bi saya van êrîşên baş ên li dijî dijmin," wî got.

Wî destnîşan kir ku "ev serkeftin nayê wateya ku em dê çalakîyên xwe rawestînin," dê operasyonên rojane dewam bikin da hemû girav û deverên ku diçin parzêgehên Nînewa û Enbarê paqij bikin ji bo veşartgehên DAIŞê werin vedîtin.

Wî da daxuyakirin ku tiştê baş ew e ku "giravên li rojavayê parêzgeha Selahedînê ne xwedî xaknîgarîyeke dijwar in ku bihêle dijmin xwe ji lipeyketin û êrîşên me yên asmanî veşêre"

Wî da zanîn ku parêzgeh aniha xwedî aramî ye di encama van operasyonên ewlekarîyê de û başbûna têkilîyên navbera hêzên ewlekarîyê û niştecihên herêmî.

Sebrî got ku di heman demê de, xebat berdewam in ji bo hemû wargehên koçberîyê werin girtin û hemû koçberên hundir vegerin malên xwe li parêzgehê.

Sebrî da dîyarkirin ku "ev yek dê ji tiştên me yên sereke bin di vê qonaxê de," ku fermandarî li ser paydakirina hemû tiştên pêwîst kar bike di vaguhestina malbatên koçber bo deverên wan ên resen.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav

BERSIV BIDE