Nûçeyên Iraqê
Civak

Parêzgeha Selahedînê dest bi hêsankirina vegera awareyan dike

Xalid Taî

Polîsekî Îraqî li belgeyên ajokarekî dimeyzîne di çarçoveya xebatên xurtkirina aramîyê de li parêzgeha Selahedînê , di vê wêneya ku di18ê Mijdara 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Polîsekî Îraqî li belgeyên ajokarekî dimeyzîne di çarçoveya xebatên xurtkirina aramîyê de li parêzgeha Selahedînê , di vê wêneya ku di18ê Mijdara 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hikumeta herêmî ya li Selahedînê dest bi planekê kir ku vegera awareyan bo malên wan hêsan bike, yên ji ber terorê ji warê xwe derketibûn.

Plan dixwaze hemû astengî û berhengarîyan rake yên rê li ber vegera awareyan digirin, parêzerê Selahedînê Emar Cabir Çarşemê (4ê Adarê) ji Diyaruna re ragihand.

Cabir got ku plana nû gelek rêkaran digire dest, di nav de hew ji kesên vegerîyayî agahîyên ewlehî were xwestin ên bo derbasbûna rêbendan têne bikaranîn.

Wî anî ziman "me ev nimûne betal kir û aniha ji welatîyên vegrîyayî tenê nasnameyê dixwazin an kaxezên nasnameya fermî li navendên ewlehîyê, berî em rê bidin wan da biçin".

Awareyekî Îraqî ku vegerîyaye devera xwe li parêzgeha Selahedînê alîkarîyeke darayî ji hikumetê werdigire di 28ê Tîrmeha 2019an de da karibe xwe bi cih bike û jîyana xwe dewam bike. [Wêne ji Wezareta Penaberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Awareyekî Îraqî ku vegerîyaye devera xwe li parêzgeha Selahedînê alîkarîyeke darayî ji hikumetê werdigire di 28ê Tîrmeha 2019an de da karibe xwe bi cih bike û jîyana xwe dewam bike. [Wêne ji Wezareta Penaberîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cabir got ku parêzgeh her xebatên xwe bo peydakirina ewlehîyê li deverên rizgarkirî berdewam dike da rê li ber awarebûnê were girtin û xelk vegerin mal û jîyana xwe.

Wî daxuyand ku "bêhtir ji 4,000 polîsên ji erk dûrxistî vegerîyan kar bo xurtkirina aramîyê û peydakirina ewlehîyê ji xelkê dixwazin vegerin malên xwe ku rewşa li parêzgehê aram e".

Zêdekirina xebatên ewlekarîyê

Hikumeta herêmî bi biryar e ku hevahengîyê bi hemû yekîneyên ewlekarîyê re pêk bîne da bajar û derdora wan biparêze û deverên dûr ji paşmahîyên terorîst paqij bike , û rêyên ku karibin tê re derbas bibin bigire, li gorî Cabir.

Wî destnîşan kir ku "çalakîyên terorîst pir kêm bûne û tenê hinek binpêkirinên ewlehî yên sînordar mane ku ji demê heya demê çêdibin".

Hikumet li ser pêşxistin û sererastkirina xizmetên giştî dixebite, û nûavakirina xanîyên ku ji ber operasyonên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran bûne.

Cabir dîyar kir ku li gorî planê divê têkilî bi hikumeta navendî re were danîn bo qerebûyên welatîyan werin zêdekirin ên ziyan ji çalakîyên terorîst dîtine.

Cabir da zanîn ku di nav de têkilîyên bi rêxistinên navdewletî re da bêhtir alîkarîyên nûavakirinê ji niştecihên Selahedînê re werin pêşkêşkirin.

Wî got ku vegerandina malûmilkên welatîyan "ne bi wê lezbûnê ye û em gerekdarî alîkarîyeke ne ji rêzê ne da em karibin li hember vê berhengarîyê rawestin".

Li gorî Cabir, nêzî 70% ji malbatên aware vegerîyan malên xwe li Selahedînê, ku niştecihên wê 1.5 milyon kes in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500