Nûçeyên Iraqê
Penaber

Hikûmeta Îraqî avahîyên niştecihbûnê ji bêwaran re ava dike li parêzgeha Selahedînê

Xalid Taî

Armanc ji yekîneyên niştecihbûnê yên li navenda parêzgeha Selahedînê alîkarîkirina malbatên bêwar ên herî hejar e. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Armanc ji yekîneyên niştecihbûnê yên li navenda parêzgeha Selahedînê alîkarîkirina malbatên bêwar ên herî hejar e. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî bê westîyan kar dike bo zorîya yek ji tehedîyên herî mezin bibe, ku ew jî xanîyên bi temamî wêranbûyî ne, yên ku asteng in di rêya vegera kesên aware de bo warên xwe.

Di çarçoveya vê xebatê de, komeleyeke niştecihbûnê li parêzgeha Selahedînê hatiye vekirin, ew jî bo malbatên ku ev çend sal in li kampan dijîn û nikarin malên xwe dîsan ava bikin.

Komeleya niştecihbûnê, ya ku di dawîya Mijdarê de qediyaye, ji 100 malên kêm lêçûn pêk rê û yek ji çend projeyan e, projeyên ku berpirs hêvî dikin ew dê destekê bidin xebatên wan ên bidawîkirina qeyrana xanîyên wêranbûyî li Selahedînê.

Xalid Mehcûb, birêveberê şaxê Selahedînê yê Wezareta Koçberîyê û Koçberan, ji Diyaruna re got ku avahî "bi taybetî ji malbatên aware yên herî hejar re hatine terxankirin, malbatên ku ji ber malên wan bi temamî hatine wêrankirin ew nikarin vegerin".

Wezîrê Koçberîyê yê Îraqî Newfel Beha Mûsa roja 25ê Mijdarê qoçanên yekîneyên niştecihbûnê yên kêm lêçûn li parêzgeha Selahedînê dide bêwarên ku xanîyên wan ziyan dîtine. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Wezîrê Koçberîyê yê Îraqî Newfel Beha Mûsa roja 25ê Mijdarê qoçanên yekîneyên niştecihbûnê yên kêm lêçûn li parêzgeha Selahedînê dide bêwarên ku xanîyên wan ziyan dîtine. [Wêne ji Wezareta Koçberîyê û Koçberan hatiye wergirtin]

Proje li devera Qadisiyayê li bakurê Tikrîtê ye, û ji yekîneyên niştecihbûnê yên biçûk pêk tê, û ava û kehrebe li wan berdest in û êdî amade ne ji vehewandina 100 malbatan re.

Mehcûb got ku berî du salan, wezaretê projeyeke mîna vê dest pê kir ku 1,500 malên ji kerevanan hatin avakirin bo vehewandina malbatên li deverên Yesrib, Ezîz Beled, Cuzeyrat û Um Şeîfayê.

Wî teqez kir ku hîn proje li dar e û "xanîyê bêhtir li devera Rewaşid tên avakirin bi alîkarîya UNHCR".

Her "100 malên" li projeya niştecihkirinê di encama xebatên hevbeş ên di navbera desthilatdarîyên xwecihî û Wezareta Koçberîyê de û bi piştgirîya Rêxistina Navdewletî bo Koçberîyê tê, Feza Şemerî, birêveberê Navenda Hevahengîyê û Çavdêrîyê a Hevbeş a di navbera hikûmeta Selahedînê û hikûmeta federal de, ragihand.

Projeyên niştecihkirinê yên bêhtir

Şemerî ji Diyaruna re qala xebata hevbeş bo avakirina avahîne din bo malbatên bêwar bi alîkarî rêxistinên navdewletî kir, bo piştgirîkirina malbatên ku ji ber hejarîyê dinalin û bo baştirkirina rewşa wan.

"Em giranîyê didin vehewandina kesên ji deverên ku wêranîya herî gelek ji operasyonên terorî dîtine, mîna navçeya Bêcî, deverên Sînîya û hawîrdorên Şerqatê," wî da zanîn.

"Heta aniha, 3,000 dawakarîyên qerebûkirinê hatin pêkanîn ji malbatên ku malên wan di şer de wêran bûne û van malbatan pere wergirtine," parêzgarê Selahedînê Emar Cabir ji Diyaruna re eşkere kir.

"Dora 15,000 dawakarîyên din jî hene ku di prosesê de ne," wî da zanîn.

Wî daxuyand ku qerebû bi tenê 20% ji ziyanê ne -- û ew têra lêçûna avakirina xanîyên wêranbûyî nakin, û divê werin zêdekirin.

Hikûmeta xwecihî ya Selahedînê 5,000 yekîne ji eslê 100,000 yekîneyên kêm lêçûn wergirtine, yekîneyên ku hikûmeta federal wan li seranserê hemû parêzgehên Îraqî ji malbatên aware û hejar re ava dike.

Cabir got ku hikûmeta xwecihî hêvî dike dê "Projeya Niştîmanî ya Niştecihkirinê" dê barê li ser milê awareyan sivik bike û dê aramîya li parêzgehê biçesipîne.

Wî got ku hejmara yekîneyên ku dê werin avakirin hatiye destnîşankirin û dîzayin hatine qedandin, û ew bi tenê li bendî destpêkirina karê avakirinê ne.

Cabir got ku wan doza terxankirina yekîneyên bêhtir ji Selahedînê re kiriye, di çarçoveya "Projeya Niştîmanî ya Niştecihkirinê", bi rêjeyekê ku li gorî asta wêranîya ku gihiştîye xanîyan be.

Wî dîyar kir ku li gorî amaran hîna 17,000 malên wêranbûyî li parêzgehê hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500