Nûçeyên Iraqê
Aborî

Bankên Nînewayê daxwaza rêdanê dikin bo berdewamkirina karên xwe

Ala Husên li Bexdayê

Ev şaxê Banka Rafîdeynê ye li beşê rojhilatî yê Mûsilê ku di sala 2017an de dîsan hat vekirin, piştî salekê ji qedandina xebatên nûkirinê. [Wêne ji Banka Rafîdeyn hatiye wergirtin]

Ev şaxê Banka Rafîdeynê ye li beşê rojhilatî yê Mûsilê ku di sala 2017an de dîsan hat vekirin, piştî salekê ji qedandina xebatên nûkirinê. [Wêne ji Banka Rafîdeyn hatiye wergirtin]

Ji ber ku rewşa ewlehî li bajarê Mûsilê yê parêzgeha Nînewayê baş dibe, bank û kompanîyên veguhestina diravan daxwaza rêdana fermî dikin bo berdewamkirina karên xwe.

Tirsa ku dibe "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derbasî sektorê bankî bibe êdî ji nav çûye, li gorî berpirsên herêmî.

Berî şeş salan, Banka Navendî ya Îraqê hemû operasyonên li bank û kompanîyên veguhestina pereyan li Nînewayê rawestandin, ji ber tirs û nîgeranîya ku dibe rêxistina tundrew wan bi kar bîne bo bidestxistina pereyan bo piştgirîkirina çalakîyên xwe yên terorî.

Piştre, veguhestina pereyan bo Mûsilê û ji wê ji bo meremên bazirganî bû astengîyeke mezin, xwedanê firoşgeheke amrazên kehrebê bi navê Sadiq Cuhêşî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku rawestana xizmetguzarîyên bankî şandina pereyan bo kompanîyên li Bexdayê û li derveyî welat bo kirîna pêdivîyan û dana fatoreyan zehmet kiriye.

Wî got ku weke rêkarekî parêzî, kompanî qasên mezin ên pereyan bi rêya bankan an kompanîyên veguhestina diravan ên li Hewlêrê werdigirin û vediguhêzin.

Wî got ku ev weke kenalên veguhestina pereyan bo Bexdayê û bo derveyî welat rolê digerînin "tevî xeterîyên mezin ên têkildarî veguhestina qas û mêjerên mezin ên pereyan di navbera parêzgehan de".

"Ev yek cihê nîgeranîyê ye ji hemû bazirganên bi tak û bi kom re li Nînewayê," wî got, û dîyar kir ku aniha parêzgeh ewle û seqamgîr e, û divê ev rewş were çareserkirin.

Bandorên neyînî

Ligel şopa wê li ser bazirganîyê, têkçûna xizmetguzarîyên bankî li Nînewayê bandor li sektorên çandinî û pîşesazî kir,Ebdulah Xelîl, birêveberê Komela Kompanîyên Bankî li parêzgeha Nînewayê ragihand.

Vê yekê herwiha bandor li tevgera pereyan li seranserê Îraqê kir, wî ji Diyaruna re daxuyand.

Wî got ku komapanîyên navxweyî û navdewletî yên di projeyên nûavakirina Mûsilê de dixebitin zehmetîyê dibînin, ji ber ku karê van kompanîyan bi hewcedarî kompanîyên veguhestina pereyan bo parêzgehê û ji wê.

Wî teqez kir ku berdewambûn di rawestandina operasyonên bankî de li parêzgehê "dê bi tenê rewşa aborî ya kambax a ji ber DAIŞê kûrtir bike", û bang li Banka Navendî kir ku rê bide van pêgehan û karên xwe bidomînin.

Li gorî Xelîl, ne gengaz e ku DAIŞê aniha di rewşekê de be ku karibe sûdê ji van sazîyên darayî bigire, ji ber ku endamên wê yên mayî nikarin êdî bi azadî tev bigerin.

Hevkarîya ewlehî

Dayîna ruxsetan bo pêgehên bankî bo karên xwe li Mûsilê berdewam bikin biryareke hevbeş e, ku divê Banka Navendî û ajansên ewlekaîryê yên li parêzgehê bidin.

"Bankê lîsteke navên kompanîyên ku ruxsetdar in ku li parêzgehê amade kiriye piştî bidûrkirina hemû kompanîyên ku di şûştina pereyan û fînanskirina terorîzmê de rol dîtine," peyvdarê Banka Navendî Eyser Cebar ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî teqez kir ku bankê desthiladarîyên ewlehî li Nînewayê ji navên van alîyan agahdar kiriye, û da zanîn ku destûra dawî ya berdewamkirina kar di destê desthilatdarîyên ewlehî de ye.

Wî da zanîn ku bi giştî Banka Navendî serketî bû di destnîşankirina kompanîyên ku karên neyasayî kirine, rawestandina operasyonên wan û bêbeşkirina wan ji delîva ku pereyên xwe bo pêgehên nerewa bişînin de.

Wî bang li desthildarîyên ewlehî li Nînewayê kir ku çira kesk bidin wan bo ruxsetdan bi kompanîyên bankî bo kar bikin, ku ev yek dê bihêle ew dahatan bi dest bixin û bi vî awayî dê aborîya parêzgehê baştir bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500