Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Opozîsyona Sûrîyayêhêsiran li ser Sulêmanî nabarîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Niştecîyekî bajarê Marihê yê bakurê Helebê şêranîyê belav dike bo pîrozkirina kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê girêdayî Pasdaran Qasim Sulêmanî. [Wêne ji Nûçegihanekî Sûrî hatiye wergirtin]

Niştecîyekî bajarê Marihê yê bakurê Helebê şêranîyê belav dike bo pîrozkirina kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê girêdayî Pasdaran Qasim Sulêmanî. [Wêne ji Nûçegihanekî Sûrî hatiye wergirtin]

Çlakgerên opozîsyonê yên ku bi Diyaruna re axivîn kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê girêdayî Pasdarên Şoreşa slamî ya Îranê (Pasdaran) Qasim Sulêmanî weke diyarîyekê wesif kirin.

Wan tawanên ku Sulêmanî li dijî wan kirin anîn ziman, bi taybet piştgirîya wî ji rejîma Sûrî re û destwerdana wî di şerê Sûrî de, ya ew dibêjin ku bû sedema ku şer dest pê bike.

Wan got ku milîsên ku yekser li jêr fermandarî yan desthilatdarîya wî kar dikin li Sûrîyayê berpirs in ji kuştina bi hezarên Sûrîyan.

Piştî nûçeya mirina Sulêmanî belav bû, kêfeke mezin li beşên li jêr kontrola opozîsyonê li parêzgehên Idlib, Hema û Helebê hebû, çalakgerekî Idlibî bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Çalakgerekî Sûrî şêranîyê li kampeke bêwarîyê li gundewarê Idlibê belav dike bo pîrozkirina kuştina fermandarê Feyleqê Gudis ê girêdayî Pasdaran Qasim Sulêmanî. [Wêne ji Nûçegihanekî Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakgerekî Sûrî şêranîyê li kampeke bêwarîyê li gundewarê Idlibê belav dike bo pîrozkirina kuştina fermandarê Feyleqê Gudis ê girêdayî Pasdaran Qasim Sulêmanî. [Wêne ji Nûçegihanekî Sûrî hatiye wergirtin]

Li gelek bajarok, gund û kampên bêwarîyê, niştecîyan şêranî belav kir bo tiştê ew weke serkeftin reçav dikin.

Idlibî teqez kir ku wan got ku wan gelek êş kişand û hîn dikişînin ji ber siyaseta rejîma Îranî ya berfirehxwazî, ya ku ji alîyê Feyleqê Qudis ê Sulêmanî ya Pasdaran û milîsên girêdayî wê, yên ku wêranî bi serê xelkên Sûrî de anî.

Wî anî ziman ku van kiraran armancên serhildana Sûrî têk birin û beşdar bûn di mirin û bêwarîya bi deh hezarên Sûrîyan.

Tu kes ji Sylêmanî hez nake

"Kêfa di nav xelkê de li beşine Sûrîyayê ji ber kuştina Sulêmanî ne tiştekî ji nişkê ye," parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Sulêmanî yekser berpirs bû ji piştgirîya rejîma Beşar Esed, û mayîna rejîma Sûrî vegerande destwerdana wî.

"Herwiha ew berpirs bû derbarê tevgera bi hezarên çekdaran ji Îraq, Libnan, Afxanistan û Pakistanê ber bi Sûrîyayê ve daku ligel hêzên rejîmê şer bikin," Besam got.

Destwerdana Îranî di Sûrîyayê de, ya ku Sulêmanî plan kir, heta rêjeyeke mezin mirina sivîlan encam da, herwiha guhertina dîmografî ya berbelav, ya ku Pasdaran li pey bû di rêya bêwarbûna sivîlan ya komele de.

Wî teqez kir ku proseya guhertina dîmografî heta aniha berdewam e.

Herwiha Sulêmanî yekser berpirs bû bo belavkirina eqîdeya Wîlayat el-Faqîhya banga dilsozîya ji Serkirdeyê Bilind Elî Xameneî re dike.

Wî got ku ev eqîde heta asteke bilind hat handan li deverine Sûrîyayê ku Îran hewl dide ku kontrola xwe li wan qayim bike û ciwan tecnîd kirin daku di nav refên milîsên wê de şer bikin.

Wî got ku bi rêya hewldana ku kontrola xwe li ser Sûrîyayê xurt bike û girêdana rêkeftinên aborî bi rejîma Sûrî re, Sulêmanî dest danî ser saman û dewlemendîya gelê Sûrî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ew kesên xayin rastîyê nabêjin. Eger ne ji Sulêmanî baye, dê DAIŞê hemû Sûrî ser jê kiruibaya, bi fermanên Siûdîyê û Amerîkayê.

BERSIV BIDE