Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Serokê Îraqê gefa xwedûrketina ji postê xwe dike ji ber berbijêrkirina alîgirekî Îranê bo postê serokwezîr

AFP

Xwenîşanderên li dijî hikûmeta Îraqî wêneyekî kirêtkirî yê Esad Îdanî, parêzgarê Besrayê bilind dikin, di xwenîşandanekê de li Meydana Tehrîr li Bexdayê roja 26ê Kanûna Yekem. Îdanî weke zilamê Îranê tê dîtin, ya ku Îraqî wê bi destêwerdanê di karûbarên Îraqê de tawanbar dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Xwenîşanderên li dijî hikûmeta Îraqî wêneyekî kirêtkirî yê Esad Îdanî, parêzgarê Besrayê bilind dikin, di xwenîşandanekê de li Meydana Tehrîr li Bexdayê roja 26ê Kanûna Yekem. Îdanî weke zilamê Îranê tê dîtin, ya ku Îraqî wê bi destêwerdanê di karûbarên Îraqê de tawanbar dikin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Serokê Îraqê Pêncşemê (26ê Kanûna Yekem) ragihand ku ew "amade yeyexwe xwe ji kar dûr bike" bêhtir ji qebûlkirina kandîdê bo postê serokwezîrê yê hevpemanîyeke alîgir ji Îranê re.

Daxuyanîya Berhem Salih di demekê de hat ku xwenîşanderên li dijî hikûmetê rê û pir li Bexdayê û li parêzgehên başûrî girtine piştî şewtandina çend avahîyan.

Di nameyekê bo parlemandeparleman de, Salih got ew hêvî dike ku "serbixweyî, serwerî û yekîtî û hevgirtina xaka" Îraqê misoger bike.

Lê wî bi bîr xist ku makzagon wî pêbend dike ku ew kandîdê bolka herî mezin a parleman bi pêkanîna hikûmetê erkdar bike.

"Ligel hemû rêza min ji (parêzgarê parêzgeha Besrayê) birêz Esad Îdanî re, ez qebûl nakim wî bidim pêş" bo cihgirtina postê serokwezîr.

Salih got ku ji ber ku ev pinpêkirin e ji destûr re, "ez ji endamên parleman re dibêjim ku ez amade me ji destjikarkêşanê ji postê serok re".

Îdanî weke kandîdê Îranê tê naskirin, ya ku xwenîşander wê bi destêwerdanê di karûbarên Îraqê de tawanbar dikin.

Girêka kor

Piştî çend heftîyan ji tevgereke nerazîbûnê ku Bexda û başûrê Îraq hejandin, ku bi sedên kesan jîyan xwe ji dest dan, parleman êdî di rêyeke girtî de derbarî destnîşankirina şûngirekî ji serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî re.

Xwenîşander li dijî hemû çîna siyasî ne û wan hêrsa xwe li hember siyasîyên ku gotûbêjan dikin bo destnîşankirina serokwezîr anî ziman.

Hêzên alîgir ji Îranê re Wezîrê Xwendina Bilind ê niha Qusey Suhêl ji post re kandîd kirin û pişt re Îdanî, piştî ku serok kandîdkirina yê yekem red kir.

Herdu bijare ne li gorî xwenîşanderan in, yên ku Îdanî şermezar kirin ji ber serkutkirina wî ji xwenîşandanên berê yê li parêzgeha Besrayê re sala par.

"Em Esad Îranî navin!" xwenîşanderan li bajarê Kût li başûrê Îraqê roja Pêncşemê hawar kir.

"Dîla parçebûnên tayifgerî"

"Hikûmet dîla partîyên gendel û parçebûnên tayifgerî ye," çalakgerekî, bi navê Setar Cebar, 25-salî, li bajarê Nasiriyayê li başûrê Îraqê got.

Duman û agirên şewitandina tayer û dolaban li Nasiriya, Besra û dîwaniyayê rêyên serekî û pirên li ser Çemê Feratê bi dirêjahîya şevê girtibûn, nûçegihanekî AFP ragihand, berî ku hinek ji wan di beyanîyê de werin rakirin.

Li Nasiriyayê, xwenîşanderan agir bi avahîya parêzgehê xist, bo cara duyem ji destpêka xwenîşandanan ve, û herwiha xwenîşanderan agir bi baregehên nû yên milîseke ser bi Îranê ve li Dîwaniyayê xistin.

Îraq ji 1ê Cotmehê ve ji ber xwenîşandanan hejaye.

Piştî ku kêm bûbû, tevgera li kolanan careke din di rojên dawî de geş bû bi xwenîşandanên li dijî gendelîya berbelav ûsîstemeke sîyasî ku Îranê destê xwe danîye ser wê..

Ofîsên hikûmetê û dibistan li seranserê piranîya parêzgehên başûrî yên Îraqî girtî mane.

Dora 460 kes hatine kuştin û 25,000 birîndar bûne di sê mehên dawî de di pevçûnên di navbera xwenîşanderan û hêzên ewlekarîyê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500