Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êdî kehrebe li hemû Mûsilê berdest e

Xalid Taî

Teknîkkarên Îraqî xetên kehrebeyê li taxa Mamûn a Mûsilê roja 30ê Mijdarê çak dikin. [Wêne ji Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Teknîkkarên Îraqî xetên kehrebeyê li taxa Mamûn a Mûsilê roja 30ê Mijdarê çak dikin. [Wêne ji Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsekî hikûmeta Îraqî Çarşemê (11ê Kanûna Yekem) ragihand ku êdî kehrebe li hemû taxên Mûsilê berdest e, di nav de Bajarê Kevin.

Bajarê li parêzgeha Nînewayê tûşî wêranîyeke mezin hat di cenga derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de, piştî ku rêxistinê dest danî ser rûberên berfireh li bakurê Îraqê di havîna 2014an de û Mûsil weke navenda operasyonên xwe bi kar anî.

Xebatkarên Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê "karînkehrebeyê li hemû taxên li herdu beşên rojhilatî û rojavayî yên bajarê Mûsilê dabîn bikin", Ehmed Emced, serokê Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê ragihand.

Wî ji Diyaruna re daxuyand ku kehrebe li tevahîya bajêr hat berdestkirin piştî qedandina xebatên çaksazkirina sîstema dabeşkirina kehrebeyê, ya ku di cenga derxistina DAIŞê de hatibû wêrankirin.

Teknîkkarin kêlgeha kehrebeyê ya kehrebeyê ji devera Apartmentên Xedrayê re li rojhilatê Mûsilê dabîn dike, roja 30ê Mijdarê çak dikin. [Wêne ji Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Teknîkkarin kêlgeha kehrebeyê ya kehrebeyê ji devera Apartmentên Xedrayê re li rojhilatê Mûsilê dabîn dike, roja 30ê Mijdarê çak dikin. [Wêne ji Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê hatiye wergirtin]

Wî got ku xebata çaksazkirinê piştî ku beşê rojhilatî yê Mûsilê, ku li alîyê çepê ye, berî sê salan hat vegerandin dest pê kir, û pişt re xebatên çaksazkirinê li beşê rojavayî yê Mûsilê, ku Bajarê Kevin dihundirîne, dest pê kir.

"Me Nîsana borî dest bi erkê herî zehmet ê berdestkirina kehrebeyê li Bajarê Kevin kir," Emced got, û da zanîn ku jêrxane û avahîyên giştî li vî beşê bajêr bi temamî hatibûn wêrankirin.

Wî got ku hemû çavkanîyên wizeyê hatine çaksazkirin, û hemû projeyên kehrebeyê êdî di xebatê de ne, di nav de yên ku Bab el-Tob û Bad el-Beyd bi kehrebeyê zêde dikin.

"Bi sedên kîlometran ji kêbil, şelît û xetên dabeşkirinê yên nû yên ku li şûna yên kevin hatine danîn êdî hene, ligel stûnên ronahîyan yên ku li piranîya taxên kevin hatine danîn," wî got.

Berdestkirina kehrebeyê

Emced teqez kir ku kehrebeya li bajarê Mûsiê êdî berdest e "di heman asta" her bajarekî din ê Îraqê de ye, û da zanîn ku "aniha tu pirsgirêk li ser asta dabînkirina kehrebeyê ji welatîyan re tune ye".

Wî dîyar kir ku Birêveberîya Dabeşkirina Kehrebeyê li Nînewayê, bi hevahengî ligel NY û Sindoqa Îraqî bo Nûavakirina Deverên ziyandar ji Operasyonên Terorîstan, kar li ser nûkirina gelek proje û kêlgehan dike.

"Deh kêlgehên kehrebeyê yên ku beşên cuda yên Nînewayê bi kehrebeyê zêde dikin û ew bi awayekî dijwar ji hêla terorîstan ve hatine ziyandarkirin hene û aniha em wan bi piştgirîya Programa Geşekirinê ya NY nû dikin," wî got.

Wî got ku sê kêlgehên serekî bi rêya temwîla ji alîyê Sindoqa Nûavakirina Niştîmanî ve tên şiyankirin.

Emced da zanîn ku herwiha birêveberî ligel Ajansa Amerîkî bo Geşekirina Navdewletî (USAID) li ser Însîyatîva Berxwedana Civaka Îraqê (Teafî) dixebite.

"Însyatîvê piranîya alavan ji me re dabîn kirin, di nav de 25 amrazên kehrebayî yên voltaj bilind bo xetên dirêj", wî got.

"Em xebatên bêhampa dikin bo qedandina çaksazkirinê bi lezgînîya herî bilind bo dabînkirina hemû xizmetguzarîyên serekî ji welatîyan re û pêşvebirina rewşa ewlehî li parêzgeha me," Emced got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500