Nûçeyên Iraqê
Aborî

Hikûmeta xwecihî ya Mûsilê bi cidî kar dike bo misogerkirina xizmetguzarîyan

Xalid Ta'î

Karkerên Şaredarîyê xetên kehrebê çak dikin di çarçoveya xebateke dewamkirina zêdekirina bajarê Mûsilê bi kehrebeyê. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kehrebê li Nînewayê hatie wergirtin]

Karkerên Şaredarîyê xetên kehrebê çak dikin di çarçoveya xebateke dewamkirina zêdekirina bajarê Mûsilê bi kehrebeyê. [Wêne ji Birêveberîya Belavkirina Kehrebê li Nînewayê hatie wergirtin]

Nûavakirina Mûsilê piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) sala par zêde dibe, berpirsyarên xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

"Dema ku bajarê me hat rizgarkirin, piranîya xizmetguzarîyên av, kehrebe û xebatên şaredarîyê û herwiha xizmetguzarîyên tendirstîyê û perwerdahîyê yan hatibûne wêrankirin an jî ne berdest bûn," parêzgarê Mûsilê Zuhêr Arecî ragihand.

Wî ji Diyaruna re got ku piştî rizgarkirina Mûsilê, hikûmeta xwecihî planek darişt bo destnîşankirina xizmetguzarîyên herî girîng bo êdî bên peydakirin.

"Karê me bi giranî baldarî da çawatîya peydakirina ava vexwarin û kehrebê bo xelkê, rakirina paşmahîyên şer û vekirina rêyên serekî," wî got.

Karkerên şaredarîya Mûsilê rêyekê li bajar nû dikin. [Wêne ji şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Karkerên şaredarîya Mûsilê rêyekê li bajar nû dikin. [Wêne ji şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

"Me karî hemû xizmetguzarîyan di demeke qiyasî de berdest bikin li beşê rojhilatî yê bajar tevî ziyana mezin a gihiştibû navendên av û kehrebeyê piştî ku DAIŞ nava wan talan kir û ew şewitandin," Arecî got.

Wî da zanîn ku elaqedarî beşê Rojavayî Yê Mûsilê, xizmetguzarî bi tenê li 60% ji bajar berdest in ji ber ku pevçûn pir dijwar bûn û tax bi temamî hatine wêrankirin.

"Berhengarîya me ya herî mezin li Bajarê Kevin e ji ber ku hertişt wêran bûye, di nav de 12,000 yekîneyên bazirganî û niştecihbûnê," wî got.

Arecî got ku avahîyên giştî bûne kavil û pergalên wizeyê û avê bi temamî hatine wêrankirin.

"Em aniha li ser paqijkirina hinek taxên kevin û vekirina rêyên giştî kar dikin, vê yekê jî hişt ku 4,500 vegerin û ew hewl didin ku xizmetguzarîyên giştî bên dabînkirin," wî got.

"Dubare avakirina vê deverê bi hewcedarî destêwerdana dewletên daner û rêxistinan e [yên navdewletî] ji ber ku wêranî ji şiyan û karînên me mezintir e," Arecî got.

"Em karê xwe dikin"

Wî da zanîn ku ewlehî li Mûsilê "seqamgîr e" bi saya piştgirîya hewalgirî ya girîng ku hêzên ewlekarîyê ji xelkê werdigrin.

"Operasyonên serbazî yên parêzî yên paşmahîyên DAIŞê dikin armanc gefa ku wan çêdikir bi dawî kir," wî got.

Xebatkarên şaredarîyê rojane 18 demjimêran dixebitin, û baldarîyê didin vekirina rêyan û rakirina moloz, qirêj û gemarê.

Şaredarîya Mûsilê aniha 1,000 xebatkarên paqijkirinê dixe kar de "lê em bi hewcdarê neh qatên vê hejmarê ne", cîgirê serokê beşê xizmetguzarîyan a şaredarîyê Ehmed Salih Cibûrî ji Diyaruna re got.

"Aniha bi tenê 300 beldozer û barhilgirên me hene ji ber ku terorsîtan bi sedên van navgînan talan kirin," wî got.

"Lê tevî van kêmasîyan, em karê xwe dikin."

"Bi rêya kampanyayên ku me par bi hevahengî ligel xweberan dest pê kirin, me karî em sê milyon ton gemar û 700,000 tonên bermahîyên şer rakirin 900,000 metrên ducar rê bi resîf kirin," Cibûrî anî ser ziman.

"Em mîna mêşên hingiv heta demjimêrên dereng dixebitin, û em zorîya her berhengarîyekê dibin bo em xizmeta xelkê xwe bikin" wî got.

Wî got ku hemû xizmetguzarîyên giştî di asteke pejirandî de li hemû taxan li rojava û rojhilatê Mûsilê êdî berdest in, "tek îstisna Mûsila kevin e ji ber ew dever hîna êşê dikişîne tevî xebatên paqijkirin û avakirinê".

Tenduristî û perwerde

Di sektorê perwerdeyê de, sala par dora 50 dibistanên Mûsilê hatine amadekirin û dibistanên nû hatine vekirin.

Desthilatdarîyên xwecihî hewl didin ku 16 nexweşgehên giştî û pispor ku rêjeya ziyanên gihiştine wan ji 40% heta bi 70% ne nû bikin, serokê Birêveberîya Tendirustîyê ya Nînewayê Felah Hesen got.

"Xizmetguzarîyên nûjdarî baştir dibin piştî ku navendên tendirustî yên wêranbûyî -- dora hefta ji wan -- dîsan hatin vekirin bi piştgirîya rêxistinên navdewletî," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Lê piranîya nexweşgehan, weke Nexweşgeha Giştî, Nexweşgeha Ibn Sîna û Nexweşgeha Betûl, ne bi temamî hatine amadekirin û nejî bi hemû karîna xwe di xebatê de ne," wî got.

"Berî şer, sazîyên 5,000 text himbêz dikirin, lê aniha bi tenê 700 textên me hene," Hesen got.

Wî got ku şaredarîyê plan dariştine bo piştgirêdana bi nexweşgehên meydanî weke tedbîreke demkî, "û aniha yekîneyek tê vekirin bi karîneke digihe 100 textan û ew xizmetguzarîyan bo rojavayê Mûsilê dabîn dike".

"Di demeke nêz de em dê nexweşgeke duyem vekin bi karîneke digihe 150 textan li başê rojavayî yê bajêr," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Teqandina xwaringeha Ebû Lêlayê ne êrîşeke terorîst e. Ew ji kîn û qehra hevparê wî yê berê hatiye, yê xwaringeheke nû li alîyê rastê ji Xwaringeha Mûsilê vekiriye. Ez li Mûsilê dijîm û hemû hûrgulîyên vê bûyerê dizanim. Hemû tawanbar hatin girtin.

BERSIV BIDE

Ez hêvî dikim hûn karibin derfetên kar bo kesên gerekdar peyda bikin, an hûn girêbestine kar ji me re peyda bikin daku em xizmetan ji xelkên me yên Nînewayê re pêşkêş bikin.

BERSIV BIDE