Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xalên pişkinînê li Enbarê tên rakirin ji ber başbûna rewşa Ewlehî

Ala Husên li Bexdayê

Ev xaleke pişkinînê ye li bajarê Remadî yê parêzgeha Enbarê. Polîsê Enbarê xalên pişkinînê yên li parêzgehê radike weke nîşaneke baştirbûna rewşa ewlehî piştî derxistina DAIŞê. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Ev xaleke pişkinînê ye li bajarê Remadî yê parêzgeha Enbarê. Polîsê Enbarê xalên pişkinînê yên li parêzgehê radike weke nîşaneke baştirbûna rewşa ewlehî piştî derxistina DAIŞê. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Weke nîşaneke herî xuyayî ya zêdebûna seqamgîrîyê li parêzgeha Enbarê, polîsê xwecihî planekê pêk tîne ku ji rakirina piranîya xalên pişkinînê heta destpêka sala 2020 pêk tê, berpirsan ev yek ji Diyaruna re teqez kir.

Performansa polîsê Enbarê bi awayekî berçav piştî rizgarkirina parêzgehê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) baştir bûye, serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayic ragihand.

Wî ji Diyaruna re da zanîn ku beşek ji hêzan tevlî fewcên tengavîyê hatine kirin û yên din tevlî fewcên nehiştina tawanê hatine kirin.

Wî got ku vê yekê hişt ku fermandarîya polîs planeke giştgîr têkildarî rakirina gelek xalên pişkinînê di bajaran de li ser sê qonaxan bixe di dewrê de.

Parêzgeha Enbarê rewşeke ewlehî ya baş jîyan dike bi saya baştirbûna performansa polîsê xwecihî. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Parêzgeha Enbarê rewşeke ewlehî ya baş jîyan dike bi saya baştirbûna performansa polîsê xwecihî. [Wêne ji Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Wî got ku qonaxa yekem a planê hatiye qedandin û aniha xebat li ser qedandina qonaxa duyem tê kirin li gorî lîsteyeke nû ji berîtîyan ku birêveberîya polîs ew dariştiye.

Wî eşkere kir ku armanc ew e ku her sê qonaxên planê bi destpêka 2020an re biqedin.

Wî got ku kêmkirina hejmara xalên pişkinînê dê rê bide xelkê "ku bi azadî li seranserê parêzgehê çûnûhatinê bikin, û dê rewşa aborî û projeyên xizmetguzarîyên giştî baştir bike".

Bayexdana bi biyabanê

Bajarên Enbarê seqamgîrîyê jîyan dikin, bi saya hevkarîya xelkê û êlan bi hêzên ewlekarîyê re, Şêx Ewad Seîd Cuxeyfî, fermandarê hêzên êlan li Hedîsayê ragihand.

"Hemû bajarên li parêzgehê aniha ewleh in û pir seqamgîr in," wî ji Diyaruna re got.

Lê wî teqez kir ku divê hêzên ewlekarîyê berdewam bin di nêçîrkirina bermahîyên DAIŞê de, yên ku reviyane biyabanê û gundewarên Enbarê yên berfireh.

Juxeyfî got ku serkirdeyên Heşda Êlan bi Fermandarîya Operasyonên Cezîrê û Firqeya 7ê ya Artêşê re di xebatê de ne bo ewlehkirina biyabana Enbarê.

Wî bal kişand ser pêngava ewlehî ya "Vîna Serketinê" ya ku bû encama paqijkirina piranîya herêma Wadî Horanê ji bermahîyên DAIŞê.

"Herêm aniha û berê jî çavkanîyeke nîgeranîyê bû ji ber kendûkozên wên yên berfireh," wî got û bang bo pêkanîna pêngavên ewlehî yên bêhtir bo girtina milîtanan kir "heta ku hejmara wan pir kêm be jî".

Şênî piştgirîya xebatên ewlehî dikin

Baştirbûna rewşa ewlehî li Enbarê vedigere doxa êldarî ya li parêzgehê û hevahengîya di navbera şervanên êlan û hêzên ewlekarîyê de, serokekî êlan bi navê Şêx Xetan Sulêman ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku gelek rê hene bo parastina ewlehîyê li seranserî parêzgehê di şûna xalên pişkinînê de, ku ya herî baş erkdarkirina muxtaran e -- muxtar kesayetîyeke xuyayî ye ku serkêşîya gundekî yan taxekê dike -- bo peydakirina lîsteyeke taybet bi hemû kesên ku guman heye ku ew endamên şanên terorê ne.

Wî teqez kir ku wî ferman li şênîyên Enbarê kir ku hevahengîyê bi hêzên ewlekarîyê re bikin û agahîyan li dor her çalakîyeke gumanbar dabîn bikin "ji ber ew naxwazin ku careke din DAIŞ dest deyne li ser parêzgehê".

"Ew [Şênî] dizanin ku ewlehî pirseke hevkarîya di navbera sivîlan û hêzên ewlekarî de ye," Sulêman got, a zanîn ku rewşa ewlehî ya baş li parêzgehê hiştiye ku çalakîya aborî vegere.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedayo tu ewlehî û aramîya Enbarê biparêzî! Xebatên qehremanên me, ku ew qehremanên rasteqîn in pîroz bikî, ey Xweda!

BERSIV BIDE