Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li paşmahîyên DAIŞê li Rutbayê digerin

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî kaxezên ajokarekî li xaleke pişkinînê li navçeya Rutbayê, li rojavayê Enbarê, di 14ê Kanûna Duyem de, seh dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî kaxezên ajokarekî li xaleke pişkinînê li navçeya Rutbayê, li rojavayê Enbarê, di 14ê Kanûna Duyem de, seh dike. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî lêgerîneke berfireh li paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana li derdora Rutbayê li rojavayê parêzgeha Enbarê pêk tînin, qaimmeqamê Rutbayê Îmad Dulêmî Pêncşemê (9ê Nîsanê) ragihand.

Operasyon di demekê de tê ku zêdebûnek di çalakîyên terorîstan de li deverê heye.

Herî dawî, endamên DAIŞê bi hawinan û tifingên maşîn êrîşî xaleke pişkinînê li devera Kîlo 45 roja 5ê Nîsanê kirin, ku du leşker di êrîşê de hatin kuştin û sê leşkên din birîndar bûn, li gorî daxuyanîyeke fermî.

"Yekîneyin mezin ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê û Firqeya 1ê ya Artêşê di operasyonê de cih girtin, ligel beşdarîya endamên polîsê Rutbayê, Focê Hewarîyê yê 20ê, Heşda Şaebî û hêzên êlan," Dulêmî ji Diyaruna re ragihand.

Leşkerên Îraqî serpereştîya rakirina kospên çemento ji rêyan li bajarê Rutbayê dikin, di 4ê Nîsana 2019an de, piştî ku rewşa ewlehî baştir bû. [Wêne ji ofîsa Qaimmeqamê Rutbayê hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî serpereştîya rakirina kospên çemento ji rêyan li bajarê Rutbayê dikin, di 4ê Nîsana 2019an de, piştî ku rewşa ewlehî baştir bû. [Wêne ji ofîsa Qaimmeqamê Rutbayê hatiye wergirtin]

Wî da zanîn ku "ev yek ji operasyonên ewlehî yên herî mezin e ji hêla rêjeya beşdarîya hêzan û rûbera devera armanckirî ve".

Wî got ku mîsyona ewlehî dê giranîyê bide ramaliştina deverên asê yên li derdora navenda Rutbayê bo kifişkirina veşartgehên raz ên DAIŞê.

Dulêmî dîyar kir ku operasyonên DAIŞê bi şêwazên şerê gerîlatî ne, ku ew xalên serbazî û xalên pişkinînê li cihên dûrdest ên ku ewlehîya wan lawaz e armanc dikin.

"Ev nayê wateya ku ew hêzdarîya xwe vedigerînin yan jî karîna wan a pêkanîna êrîşan baş dibe," wî got.

"Rêxistin êdî bêyî kampên mezin û xalên kombûnê ye, û bi tenê ji endamên belawela yên ku li biyabanê di tîpên şivanan de hene pêk tê," wî got. "Ew sûdê ji rewşa seqayê û rûbera berfireh a biyabanê werdigirin di tevgerê de û di pêkanîna operasyonan de bi awayekî bilez."

Dulêmî teqez kir ku hêzên Îraqî xwedan ezmûndarîya pêwîst in "bo rûbirûbûna her zêdebûneke di çalakîyên terorîstan de û ew dikarin wan têk bibin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500