Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Bêwarên Idlibê rastî zehmetîyan tên dema ku zivistan nêzîk dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Kampeke bêwarîyê li bakurê Sûrîyayê li ber lehîya ava baranê çûye. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Kampeke bêwarîyê li bakurê Sûrîyayê li ber lehîya ava baranê çûye. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Şert û mercên jîyanê yên malbatên bêwar li herêma Idlibê xirabtir bûne ji çaxê ku rêxistinên mirovî û yên hawarçûnê ji deverê çûn piştî ku rewşa ewlehî hişt ku ne gengaz be ku ew karibin kar bikin, li gorî çalakgerên ji herêmê.

Wan got ku hatina zivistanê û kêmbûna pêdivîyên germkirinê hiştin ku rewş xirabtir bibe û da zanîn ku tu derfeta alîkarîyê ji alîyê ya jê re tê gotin "hikûmeta rizgarkirinê" ya Tehrîr el-Şam tune ye.

Di êrîşa rejîma Sûrî ya dawî de hat dîtin ku bi hezaran sivîl derketin û dest ji deverên li derdora cih berdan ber bi deverine tê texmînkirin ku ewletir in çûn, çalakgerekî ji Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku tê naskrikin ku bêhtir ji 30,000 malbatan reviyan di pêla bêwarîyê ya dawî de, û da zanîn ku piranîya bêwarên vê dawîyê ne penageh û ne kon bi dest nexistine.

Kamyonek ku malbateke ku ji ber şer direve ber bi deverine ewlethir ve li gundewarê Idlibê diguhêze. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Kamyonek ku malbateke ku ji ber şer direve ber bi deverine ewlethir ve li gundewarê Idlibê diguhêze. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Idlib Plus hatiye wergirtin]

Wî got ku wan kampên nefermî li erdên çandinîyê û bistanên zeytûnan vedane û çi materyalên ku karîbûn bi xwe re bînin bi kar anîne.

Xesarên mezin di nav sivîlan de

Sivîl zêde bi awayekî yekser dihatin armanckirin û hejmara birîndarên sivîl bilind dibû, vê yekê dihişt ku niştecîyên mayî ji deverê derkevin bo ji ber bombemarandin û êrîşên asmanî yên Sûrî û Rûsî birevin.

Di nav de êrîşeke asmanî ya Rûsîli ser avahîyeke niştecihî li Hasê di 16ê Tebaxê de ku tê de herî kêm 20 sivîl hatin kuştin û bêtir ji 52 kesên din jî hatin birîndarkirin, û bombebarandina 21ê Mijdarê ya li ser kampa Qahê ya bêwarîyê, ku tê de 16 sivîl hatin kuştin.

Niştecîyên deverên ku pêşwazîya bêwarên nû dikin çi alîkarîya ji dest wan derdikeve dabîn dikin, bi rêya destpêşxerîyên xwecih îyên serbixwe, niştecîyekî Seraqibê bi Mehmûd Ebdil Nûr got.

Wî got ku hatina zivistanê agedar dike ku "bobelateke mezin ji piranîya bêwaran re li gundewwarê Idlibê heye".

Wî got ku kêmbûna pêdivîyên germkirinê û kêmbûna sûtemenîya bo germkirinê hişt ku xelk çi tîştê bibînin bişewitînin da ku germahîyê ji zarokên xwe dabîn bikin û not kir ku hin ji wan zibil, pêlavên kevin û darikên ew didin hev dişewitînin.

Wî got ku hin malbat di konekî de li hev digihine hev da ku xwe bi şewitandina çi tiştê ew dikarin bişewitînin germ bikin û not kir ku bdi rewşa barana xurt de kamp li ber lehîyê diçe û kon mişt av dibin.

Rewşek ji dijminahîyê li hember komên alîkarîyê

Çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re eşkere kir ku ew gazina ji Tehrîr el-Şam dike ji ber wê rewşeke nesaqmgîrpeyda kir ku tê de rêxistinên mirovî nikarin kar bikin.

Wî got ku vê yekê êşa niştecîyên bêwar dutaq kir.

Hewiha hevbendîya tundrew bac jî li ser dabînkirinên alîkarî û germkirinê sepandin, tevî ku niştecîyên Idlibê di hejarîyê de noq dibin.

Wî got ku li kampên mezin, mîna Atmayê, xebateke bo belavkirina komira bo germkirinê hat rawestandin dema ku Tehrîr el-Şam 40% ji mêjera giştî ya komira hatibû terxankirin xwest.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500