Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Kampa Eyn Îsayê xwe ji zivistanê re amade dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Xwebexşek di konekî de li kampa bêwaran li Eyn Îsayê bi cih dibe li bakurê parêzgeha Reqayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Xwebexşek di konekî de li kampa bêwaran li Eyn Îsayê bi cih dibe li bakurê parêzgeha Reqayê. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Encumena Sivîl ya Reqayê kampa Eyn Îsayê ji ziviztanê re amade dike di rêya dabînkirina xizmetên sereke bi hevahegîya birêveberîya kampê û gelek rêxistinên mirovî re, çalakvanan ji Diyaruna re got.

Di kampa Eyn Îsayê, ya li gundewarê bakurê parêzgeha Reqayê dikeve, 23,000 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûne hene, ew ji Reqa, Dêrazorê û Iraqê ne, yên ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) reviyan.

Di çarçoveya karê bi rêxistinên mirovê re li kampê, Encumena Sivîl ya Reqayê kon vedan, tarpaulin belav kirin, navendên bijîşkî ava kirin û vaksîn dane niştecîyên Eyn Îsayê.

Endamê encumenê Mehmûd Feyad ji Diyaruna re got ku encumen, birêveberîya kampê û hejmarek ji rêxistinên bijîşkî û yên hewarçûnê pêşbirkîyê dikin daku kampê ji zivistanê re amade bikin.

Nivîn û alîkarîyên din li benda ku li kampa Eyn Îsayê ya li parêzgeha Reqayê werin belavkirin, kampa ku bêtir ji 20,000 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûn ji Sûrîyayê û penaberên ji Iraqê dihewîne. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Nivîn û alîkarîyên din li benda ku li kampa Eyn Îsayê ya li parêzgeha Reqayê werin belavkirin, kampa ku bêtir ji 20,000 kesên ku di welatê xwe de bêwar bûn ji Sûrîyayê û penaberên ji Iraqê dihewîne. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

"Amadekirin gişgir in ew amadekirin, qayimkirin û konên xwe li ber bahozan digirin û alavên germkirinê di nav xwe de dihewînin û dabînkirinên têr ji nefta germkirinê, betanî û cil û bergan," wî got.

Wî got ku encumenê kar dikir daku tora karîzê temam bike ji bo nehêlin ava baranê tevlî ava karîzan bibe û bi vî awayî kamp were lewitandin, tiştê ku dê xeterên tenduristî û jîngehî çêke.

Herwiha hewldan hene ku tarpaulinan ji hemû konên kampê re misoger bikin daku wan ji baranê biparêzin.

"Di hefteya pêşî ji meha Mijdarê, 4,000 tarpaulin hatin belavkirin daku wan bi konan ve girêdin ji bo ku wan ji baranê biparêzin û li ser erda kon werin raxistin ji bo wan ji avê biparêze," Feyad got.

wî got ku herwiha encumen tîmargehên lezgîn ava û dabîn dike, dema ku rêxistinên hewrçûnê xwarin û amûrên germkirinê belav kirin.

Di heman demê de, rêxistina xêrxwaz ya Ersozoksî ya Yûnanî GOBA DERD kargeheke cilan ava kir cihê ku jinên ji kampê tê de kar dikin daku pêdivîyên cilên zivistanê ji niştecîyên kampê re dabîn bikin, bi taybet ji zarokan re.

Ji niştecîyên kampê, " vê dawîyê hejmareke piçûk ji malbatan vegeriyan bajar û gundên Reqayê û dibe ku gelek bidin dûv wan", Feyad got, wî anî ziman ku piranîya wan nikarin ji ber belavbûna mayînan û wêrankirina berfereh vegerin.

Xizmetên bijîşkî li kampê

Heyva Sor ya Kurdî bi komîteyên bijîşkî û tenduristî yên Encumena Sivîl ya Reqayê re kar dikirin daku navendeke bijîşkî li kampê ava bikin bi hevahengîya bi rêxistinên hewarçûnê yên din re, karmendê Heyva Sor ya Kurdî, Azad Dudekî, got.

Wî got ku armanc ew e ku nexweşîyên belavbûyî û halatên lezgîn derman bikin ji bo pêdivî nebe ku di zivistanê de niştecîyan biguhêzin deverin din bo dermankirinê.

Wî anî ser ziman ku kampanyayên vaksînê bo zarokan li kampê berdewam in bi alîkarîya rêxistinên mîna Bijîşkên Bê Sînor (MSF).

"Pêşbînî heye ku navendeke bijîşkî ya duwem di mehekê yan kêmtir were vekirin daku xizmeta niştecîyên kampê bikin," Dudikî got, wî anî ziman ku xizmetên bijîşkî ji niştecîyan re bi belaş tê dabînkirin.

Rêxistin di nav wan de Ajansa Firensî ya nehikûmî ji bo Alîkarîya Teknîkî û Pêşxistinê (ACTED) û Mewede bi sedan parên xwarinê, betanî, nivîn û alavên paqijkirina kesane belav kirin.

Aşxaneyeke hewarçûnê hate avakirin daku xwarinên germ ji niştecîyên kampê re dabîn bikin, wî anî ziman û kar berdewam e daku aşxaneyê fereh bikin ji bo çêkirîyên xwe ji xwarina germ di demsala zivistanê de zêde bikin.

Niştecîyên kampê bi hev re diqedînin

"Hemû niştecîyên kampê bi hev re kar dikin daku hazirîyê ji demsala zivistanê re bikin ji ber ku rîsorsên ku ji alîyê rêxistinên hewarçûnê û encumena sivîl ve hatin dabînkirin kêm in li gor hejmara mezin ya bêwaran," niştecîyê kampê Mehmûd Elî Salim got.

Niştecîyên kampê hewl didin bi alîkarîyên ji wan re berdest in adapt bibin, niştecîyê Dêrezorê yê berê ji Diyaruna re got, û wan di nav xwe de belav dikin, xwe ji zivistanê re amade dikin.

"Mêr û ciwanên kampê erda kon bi keviran radixin û wan bi ser erda kampê dixin daku av li derve bimîne" wî got.

Wî anî ziman ku erda hinek konan hatiye çementokirin daku qwalîteya wan baş bikin.

Salim got ku germa havînê ziyan gihandiye gelek konan, ew ji bikaranînê re ne gucan in.

"Vê yekê hişt ku kon kêm bibin dema ku herikîna bêwarên ji Dêrezor û Iraqê rojane zêde dibe," wî anî ziman.

Hin bêwar yên dikarin lêçûnê bidin kon û tarpaulînan ji xwe û kesên din re li ser hesabê xwe dikirin, wî got.

"Ji ber ku nivîn û betanîyan, mêjera berdest têra hewcedarîya wan nake, lê malbat xwe de diqedînin." wî anî ziman.

Niştecîyên kampê dizanin ku divê ew zivistanê li kampê bijîn, wî got, ji ber ew nikarin vegerin malên xwe heta hemû operesyonên rakirina mayîn û molozan neyêne temakirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500